Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Dadger 17:4 - Kurmanji Încîl

4 Çaxê wî zîv da diya xwe, diya wî du sed perçe zîv hilda, bir ba zîvker û jê pûtekî rijandî da çêkirin. Pût li mala Mîxa dima.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Dadger 17:4
9 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wî çaxî hûnê pûtên xwe yên bi zîvê kiraskirî Û pûtên xwe yên bi zêr rijandî Qirêj û mirdar bikin. Hûnê wan wekî tiştekî pîs bavêjin Û ji wan re bêjin: ‘Biqeşitin!’


Necar benê xwe ditikîne, Bi qelemê texte resim dike. Bi mikarê şikil dide texte Û bi dorgerê wê xêz dike. Ew di şiklê zilamekî de, Li gorî bedewiya mirovan wî çêdike Û li malê dide rûniştandin.


Gelo pût ji çi re ne? Mirov şikil dide pûtan û peykerên rijandî, Ma ji bilî xapandinê bi kêrî çi tê? Çima kesek baweriya xwe bi berhema xwe tîne Ku tenê pûtekî bêziman e?


“‘Nalet li wî kesî ku pûtên rijandî û qewirandî yên ji destê hosteyekî dide çêkirin û bi dizî diçikîne ku ji Xudan re kirêt e.’ Bila hemû gel bêje: ‘Amîn!’


Mîxa hezar û sed perçe zîv li diya xwe vegerand. Diya wî got: “Ji bo ku kurê min pûtekî rijandî yê zîvîn çêke ku ez tevahiya zîvê heyî di riya Xudan de bidim. Niha ezê zîv li te vegerînim.”


Perestgeheke Mîxa hebû. Wî êfodek û çend heb pûtên malê çêkiribûn û kurekî xwe jî wekî kahin kifş kiribû.


pênc zilamên ku sixûriya herêmê dikir ketin hundir. Wan êfod, pûtên malê û pûtên rijandî û qewirandî hildan. Kahin jî li ba şeş sed çekdaran li ber dergeh disekinî.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ