17 Gava wî ev got, erçena kerê ji destê xwe avêt. Ji wê derê re Ramat-Lehî hat gotin.
Şîmşon hestiyê erçena kerekî dît ku nû mirar bûye. Destê xwe dirêj kir, ew hilda û pê hezar kes kuştin.
Piştre wiha got: “Bi erçena kerekî, min lod bi lod mirovan, Bi erçena kerekî, min kuşt hezar kesan!”
Şîmşon gelek tî bûbû. Gazî Xudan kir û got: “Te bi destê xulamê xwe rizgariya mezin anî. Ma ezê niha ji tîbûnê bimirim û bikevim destê bêsinetan?!”
Filîstî çûn Cihûdayê, artêşgehek ava kir û li herêma Lehiyê belav bûn.