35 Gava Yîftah ew dît, kincên xwe çirandin. Wî got: “Hey wax, keça min! Te pişta min şikand! Te ez xistim tengasiyê! Çimkî min devê xwe vekir û ji Xudan re sond xwar. Ez jê venagerim.”
Padîşah lerizî, hilkişiya odeya ser dergeh, kir nalenal, giriya û got: “Lawo Avşalom lawo! Ax lawo Avşalom! Avşalom lawo! Xwezî ji dêla te ve, ez bimirama lawo! Ax lawo Avşalom lawo!”
Paşê Dawid ji Yoav û ji hemû kesên pê re got: “Cilên xwe biçirînin û çûx li xwe bikin. Li ber termê Avnêr şînê bikin!” Dawidê Padîşah jî li pey cenaze meşiya.