27 Min li dijî te guneh nekir. Lê tu, bi şerkirina li dijî min, xerabiyê bi min dikî. Bila Xudanê ku dadger e, îro di navbera gelê Îsraêl û Emmoniyan de dadgeriyê bike.’”
Serayê ji Avram re got: “Ev neheqî ji rûyê te hat serê min. Min cariyeya xwe kir paşila te û gava wê dît ew bizaro ye, wê ez biçûk dîtim. Bila Xudan di navbera min û te de dadger be.”
Xorto! Di ciwaniyê xwe de şa be, Bila di rojên xortaniyê de dilê te, te şa bike. Tu di riya dilê xwe û di ya ku çavê te dibîne de bimeşe, Lê bizane, Xwedê ji bo tevahiya van tiştan dadbar bike.
Çimkî divê em hemû li ber kursiyê Mesîh ê dîwanê xuya bibin, da ku her kes li gor tiştên ku hê ew di bedenê de bû, kirine – qenc bin an jî xerab bin – bistîne.
Û niha taca rastdariyê ji bo min amade ye, ku dadgerê dadperwer Xudan, wê rojê wê bide min û ne tenê min, lê wê bide wan hemûyan jî yên ku bêriya xuyabûna wî dikin.
Kesên li dijî Xudan wê perçe perçe bibin, Xudan ji ezmanan li ser wan dike gurmîn. Wê binê dinyayê jî bibe ber dîwanê, Yê ku padîşahê xwe hêzdar dike, Hêza kesê xwe yê kifşkirî zêde dike Xudan e.”