20 Lê Sîhon bawer nekir ku wê gelê Îsraêl di nav axa wî re derbas bibe û here. Loma wî hemû gelê xwe civand, li Yahsayê artêşgeh ava kir û li dijî gelê Îsraêl şer kir.
“Te gel û padîşahiyan da wan. Li her alî te li wan parve kirin û bi vî awayî wan welatê Sîhonê Padîşahê Heşbonê û welatê Ogê Padîşahê Başanê ji xwe re kirin milk.
“‘Paşê gelê Îsraêl ji Sîhonê Padîşahê Amoriyan ê ku li Heşbonê serwerî dikir re qasid şandin. Wan got: Destûr bide em di nav axa te re derbasî cihê xwe bibin.
“‘Xwedayê Îsraêl Xudan, Sîhon û hemû gelê wî dan destê gelê Îsraêl û wan ew têk birin. Bi vî awayî gelê Îsraêl tevahiya welatê Amoriyan bi milkî stand.