Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Amos 9:5 - Kurmanji Încîl

5 Gava Reb Xudanê Karîndar dest dide erdê, Dinya dihele û hemû şêniyên wê şînê dikin. Tevahiya erdê wekî Çemê Nîlê bilind dibe Û wekî çemê Misrê dîsa dadikeve.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Amos 9:5
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ew li erdê dinêre, erd dilerize, Bi destdana wî, çiya dişewitin.


Ya Xudan, ezmanan biqelêşe û dakeve, Xwe bi çiyayan bike, da ku pêkevin.


Loma bila her evdê te yê dilsoz Gava ku hewcedar e bi dua ji te bixwazin. Da ku negihîje wan rabûna avên mezin.


Milet digurmijin, welat hejiyan, Wî deng da, dinya heliya.


Li pêş Xudan, li pêş Rebê tevê erdan, Çiya dihelin wek şimayê.


Xwezî te ezmanan biqelaşta û tu berjêrî xwarê bibûyayî, Xwezî çiya li ber hizûra te bileriziyana!


Heta kengê, wê welat şînê bike Û giyayê hemû zeviyan biçilmise? Ji ber xerabiya şêniyên wî, Çivîk û heywan tune bûn. Çimkî mirovan got: “Ew pêşeroja me nabîne.”


Ji ber vê yekê welat şînê dike, Her kesê lê rûdine ziwa dibe. Heywanên çolê, teyrên ezmanan, Masiyên deryayê jî tune dibin.


Ma wê ji ber vê yekê dinya nelerize Û her kesê tê de rûdine şînê neke?! Wê tevahiya erdê wekî Çemê Nîlê bilind bibe, Biheje û wekî çemê Misrê dîsa dakeve.”


Li ber wî çiya dihejin û gir dihelin, Li pêşberî wî, ji cihê xwe rûyê erdê dilebitin, Dinya û hemû şêniyên wê jî.


Kî dikare li ber xezeba wî bisekine? Kî dikare li ber hêrsa wî xwe ragire? Hêrsbûna wî wekî êgir dirije Û bi destê wî zinar perçe dibin.


Bi dîtina te çiya hejiyan, Lehî rabûn û her tişt dan ber xwe. Kûrahiya deryayê kir xuşîn, Pêl bilind bûn.


Baran dibare, bahoz radibe, lehî tê û li wî xaniyî dixin û xanî hildiweşe. Û bi hilweşîneke mezin dikeve.»


Hingê min textekî mezin ê spî û yê li ser wî rûniştibû dît. Erd û ezmên ji ber wî bazdan û cihek ji bo wan peyda nebû.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ