Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Amos 9:3 - Kurmanji Încîl

3 Ew xwe bispêrin serê Çiyayê Karmelê jî, Ezê li wan bigerim û bigirim. Li ber çavê min xwe di deryayê de veşêrin jî, Ezê li marê avê emir bikim ku bi wan vede.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Amos 9:3
10 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Bihîstin ku dengê Xwedê Xudan, di hênikahiya rojê de, di nav bexçe de digere. Adem û jina xwe, ji hizûra Xwedê Xudan, xwe di nav darên bexçe de veşartin.


Reng û rûçikê wan avêt, Bi lerizîn ji asêgehên xwe derdikevin.


Tu dibêjî: ‘Xwedê çi dizane? Gelo dikare di nav tariya kûr de dîwanê bike?


Ne tarî û ne jî siya mirinê heye Ku xerabkar xwe tê de veşêrin.


Da ku, tu lingê xwe di xwînê bidî, wan bipelçiqînî, Da ku zimanê seyê wan, ji dijminê te para xwe bistînin.»


Wê rojê wê Xudan Bi şûrê xwe yê dijwar, mezin û hêzdar, Livyetanê marê ku zû direve, Livyetanê marê ku fetlometlo diçe, ceza bike. Wê ejderhayê li deryayê bikuje.


“Ezê gelek masîgiran bînim û wê wan bigirin.” Ev e gotina Xudan. “Piştre ezê gelek nêçîrvanan bînim û wê li ser her çiyayî, li ser her girî û di qelîştokên zinaran de nêçîra wan bikin.”


Wî got: “Xudan ji Siyonê dike himîn, Ji Orşelîmê dengê xwe bilind dike. Mêrgên şivanan şînê dikin û diçilmisin, Serê Çiyayê Karmelê ziwa dibe.”


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ