2 Ew heta diyarê miriyan bikolin jî, Wê destê min wan ji wir bîne jorê. Rabin ezmanan jî, Ezê wan ji wir bînim jêrê.
Bejna wan bigihîjin ezmanan, Serê wan li ewran jî bikevin,
Tu dibêjî: ‘Xwedê çi dizane? Gelo dikare di nav tariya kûr de dîwanê bike?
Gava ew ewlehiyê dide wan, ew tên piştgirîkirin, Çavê wî li ser riyên wan e.
Diyarê miriyan li ber Xwedê tazî ye, Xêliya warê helakê tuneye.
Ne tarî û ne jî siya mirinê heye Ku xerabkar xwe tê de veşêrin.
Çaxê Xudan rabe dinyayê bitirsîne, Wê mirov ji ber tirs û xofa Xudan, Ji ber rewnaqiya wî, Bikevin şikeftên zinaran û qulên axê.
Tirsa ku tu tînî Û quretiya dilê te, tu xapandî. Ya kesê ku di şikeftên zinaran de rûdinî! Ya kesê ku bilindciyan dagir dikî! Cihê xwe wekî teyran li bilindciyan jî ava bikî, Ezê te ji wê derê bînim xwarê.” Ev e gotina Xudan.
Babîl heta ezmanan jî bilind bibe, Bircên xwe yên li bilindciyan xurt jî bike, Ezê xerabkaran bi ser wê de bişînim.” Ev e gotina Xudan.
Tu wekî teyran bilind jî bibî, Tu hêlîna xwe di nav stêran de jî ava bikî, Ezê dîsa jî te ji wir bînim.” Ev e gotina Xudan.
Wî ji wan re got: «Min dît ku çawa Îblîs wek birûskê ji ezmên ket.