13 Gotina Xudan ev e: “Va ye, roj tên ku cotkar bigihîje dasvan, Kesê tirî diguvêşe bigihîje kesê tov direşîne. Wê şeraba şîrîn ji çiyayan dilop bike, Wê ji hemû giran biherike.
Ji zeviya berdar, kêf û şahî hatin rakirin. Ji rezan ne dengê stranan, Ne qîrîna şahiyan, Ne jî kesên li mehseran tirî diguvêşin man. Min dawiya şahiya wan anî.
Wê di şûna devî û diriyan de çam, Di şûna gezgezkê de dara mêrsînê şîn bibe. Wê ev yek ji bo Xudan bibe nav û deng, Bibe nîşaneke herheyî ku nayê avêtin.”
“Wê rojê wê şeraba şîrîn Ji çiyayan dilop bike, Şîr ji giran biherike Û av di hemû newalên Cihûdayê re here. Wê ji Mala Xudan kaniyek bizê Û Geliyê Şîttîmê av bide.
Wê hilanîna bênderên we heta çinîna rezan û çinîna rezên we heta dema tovavêtinê bikişîne. Heta hûn têr bibin hûnê bixwin û bi ewlehî li welatê xwe rûnin.
Gava Reb Xudanê Karîndar dest dide erdê, Dinya dihele û hemû şêniyên wê şînê dikin. Tevahiya erdê wekî Çemê Nîlê bilind dibe Û wekî çemê Misrê dîsa dadikeve.
Ma hûn bi xwe nabêjin: ‹Hê ji dema dirûnê re çar meh hene›. Va ye, ez ji we re dibêjim, çavên xwe hildin û li zeviyên ku zer bûne, ji dirûtinê re amade ne binêrin.