2 Herin bajarê Kalnêyê û bibînin, Ji wir herin Hamaya mezin Û dakevin bajarê Gatê yê Filîstiyan. Ma hûn ji van padîşahiyan çêtir in? Gelo sînorê wan ji sînorê we ne firehtir e?
Silêman û tevahiya gelê Îsraêl heft rojan li hizûra Xwedayê me Xudan cejn kir. Civîneke pir mezin a mirovên ji Levo-Hamatê heta Geliyê Misrê bûn. Wan li pey hev du caran cejnên heft rojan kirin ku dikin cejna çardeh rojan.
Padîşahê Aşûrê, ji Babîl, Kûta, Ewa, Hama û Sefarwayîmê mirov anîn û ew li cihê Îsraêliyan, li Sameryayê û bajarên derdora wê bi cih kirin. Wan Samerya kir milkê xwe û li bajarên wê rûniştin.
Gava Dawid bi birayên xwe re diaxivî, şervanê Filîstî Golyatê Gatî ji qada şer, her wekî berê tinazê xwe bi leşkerên gelê Îsraêl dikir û diqîriya. Dawid gotinên wî dibihîstin.
Li ser vê yekê wan çend qasid şandin. Wan gazî tevahiya begên Filîstiyan kir û got: “Em çi ji Sindoqa Xwedayê Îsraêl bikin?” Began got: “Sindoqa Xwedayê Îsraêl bibin Gatê.” Bi vî awayî Sindoqa Xwedayê Îsraêl birin Gatê.