14 Gotina Xwedayê Karîndar Xudan ev e: “Ya Mala Îsraêl! Va ye, ez miletekî li dijî we radikim! Wê ji Levo-Hamatê heta Geliyê Eravayê we bixe tengasiyê.”
Silêman û tevahiya gelê Îsraêl heft rojan li hizûra Xwedayê me Xudan cejn kir. Civîneke pir mezin a mirovên ji Levo-Hamatê heta Geliyê Misrê bûn. Wan li pey hev du caran cejnên heft rojan kirin ku dikin cejna çardeh rojan.
Li gorî gotina Xudan ku Xwedayê Îsraêl Xudan bi riya xulamê xwe Ûnisê Pêxemberê kurê Amîttayê Gat-Hêferî gotiye, Yarovam ji Levo-Hamatê heta Gola Eravayê erdê Îsraêlê dîsa bi dest xist.
Di rojên Peqahê Padîşahê Îsraêlê de, Tîglat-Pîleserê Padîşahê Aşûrê hat û bajarên Îyonê, Avêl-Bêtmaexayê, Yanoahê, Qedeşê, Hasorê û herêmên Gîladê, Celîleyê û seranserê diyarê Nefteliyê desteser kir û ew sirgûnê Aşûrê kirin.
Di neh saliya padîşahiya Hoşêya de Padîşahê Aşûrê Samerya stand û gelê Îsraêl sirgûnê Aşûrê kir. Wî ew li Halahê, li Gozana li ber keviya Çemê Xabûrê û li bajarên Medan da bicihkirin.
Ji ber pûtê golikî yê li Bêtawenê. Xelkê Sameryayê wê bitirse. Wê gelê wî li pey wî şînê bike, Wê kahinên pûtperest ên wî şîn bikin. Çimkî rûmeta wî çûye.