Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Amos 6:12 - Kurmanji Încîl

12 Ma hesp li serê zinaran baz didin? Ma kes li deryayê bi gê cot dike? Lê we heqî kir jehr Û fêkiyê edaletê kir giyayê tehl.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Amos 6:12
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ez bi serhişkiya te dizanim. Stûyê te, parsûya te hesin e, Eniya te ji tûnc e.


Ya Xudan, ma çavê te ne li ser rastiyê ye? Te li wan xist, lê ew li ber xwe neketin, Te ew qedandin, lê wan terbiye qebûl nekir. Wan rûyê xwe ji kevir hişktir kir û nexwest vegerin.


We xerabî cot kir, We neheqî dirût, We berê derewan xwar. We bawerî bi riya xwe Û zêdebûna mêrxasên xwe anî.


Gotinên vala dikin, Peymanan girê didin, Sondên derewîn dixwin. Loma jî dozên wan Wê mîna giyayê bi jehrî li zeviyên ajotî şîn bibin.


Ezê desthilatdarê wê rakim û bavêjim, Ezê pê re hemû serekên wê bikujim” dibêje Xudan.


Gotina Xudan ev e: “Ew nizanin heqiyê bikin, Zordarî û zordestî li bircên xwe didin hev.”


Ya kesên ku rastî kirine giyayê tehl Û edalet li erdê xistine!


Herdu destên wan ji bo karên xerab jêhatî ne! Serek diyarî, dadger jî bertîl dixwaze, Mezin ya ku dixwazin didin kirin. Bi vî awayî edaletê xera dikin.


Û berê rastdariyê ji bo aştîkeran di aştiyê de tê çandin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ