10 Çaxê merivê mirî were ku cendek ji malê bîne û bişewitîne, Wê ji kesê li malê re bêje: “Ma li ba te kesekî din heye?” Ewê jî bêje: “Na.” Wê gavê wê bêje: “Hiş be! Divê navê Xudan neyê hildan.”
Yoşiya zivirî, gorên li çiyê dîtin, hestî ji tirban da derxistin û li gorî gotina Xudan a ku zilamê Xwedê gotibû, li ser gorîgehan ew da şewitandin û qirêjkirin.
Hemû gelê Cihûda yê li welatê Misrê rûdine, guh bide gotina Xudan! Xudan wiha dibêje: ‘Ez dibêjim, min bi navê xwe yê mezin sond xwar ku wê tu kes ji Cihûdayiyên li seranserê welatê Misrê rûdinin bi devê xwe êdî gazî navê min neke û nebêje: Bi navê Rebê Jîndar Xudan!