8 Yê ku Komstêrên Perwîn û Oriyonê afirandine, Taristan dike şeveq û roj dike şeva tarî, Yê ku gazî ava deryayê dike û dirijîne ser rûyê erdê, Navê wî Xudan e.
Ezê koran di riya nizanin de bibim, Di rêçikên nizanin de rêberiya wan bikim. Ezê tariyê li ber wan bikim ronahî, Derên xwar li pêş wan rast bikim. Ezê van tiştan bikim, Ezê wan bernedim.
Em wekî koran bi dest û lepan li dîwaran digerin, Çawa ku kesên çavên wan tunene lêdikolin. Nava rojê çawa em di şevereşê de ne, diterpilin. Em di nav kesên hêzdar de Wekî miriyan in.
Yê ku şikil dide çiyayan, Bayê diafirîne, fikra xwe ji mirovan re dibêje, Seherê dike tarî û pê li bilindciyên erdê dike, Navê wî Xudan e, Xwedayê Karîndar e!