23 Dengê stranên xwe ji min dûr bixin, Ez guh nadim meqamên tembûrên we.
Hûn ji min re Pêşkêşiyên xwe yên dexlê û şewitandinê bînin jî, Ezê qebûl nekim. Dermalekiriyên we yên pêşkêşiyên aştiyê, Ezê lê nenêrim.
Lê bila edalet wekî avê Û rastî wekî çemekî domdar biherike.
Ya hûn ên li ber dengê tembûrê dikin hîrehîr Û ji we kirî Dawid bi çengê stranan çêdike,
Ezê cejnên we bikim şîn, Hemû stranên we bizivirînim lavijên şînê. Wê çûx li her navtengê bê pêçan Û porê her serî bê kurkirin. Ezê wê rojê bikim şîna kurê yekta Û dawiya we bikim roja tehl.”
Wê rojê wê stranên qesrê bibin lavijên şînê.” Ev e gotina Reb Xudan. “Wê gelek cendek li her derê bên avêtin. Hiş bin!”