16 Loma Reb Xwedayê Karîndar Xudan wiha dibêje: “Wê li hemû meydanan şînê bikin, Wê li hemû kuçeyan bikin axîn û nalîn. Wê ji bo şînkirinê gazî cotkaran bikin, Ji bo girînê gazî şîngiran bikin.
Çimkî min dengê jinekê bihîst Ku ketiye ber zarokan Û êşa zikê pêşî dikişîne. Ev qîrîna Siyona keç bû, Ew bi destên vekirî û bêhnçikandî dibêje: “Wey li min! Ez li ber kujeran xayîs bûm.”
Ezê ji bo çiyayan bigirîm û şînê bikim, Ezê li ser mêrgên çolê lavijeke şînê bêjim, Çimkî şewitîn û kes tê re derbas nabe. Dengê keriyan nayê bihîstin, Ji teyrên ezmanan û heta heywanên çolê reviyan û çûn.
Ezê cejnên we bikim şîn, Hemû stranên we bizivirînim lavijên şînê. Wê çûx li her navtengê bê pêçan Û porê her serî bê kurkirin. Ezê wê rojê bikim şîna kurê yekta Û dawiya we bikim roja tehl.”
Wê rojê wê tinazên xwe bi we bikin. Wê ji bo we vê lavija şînê bêjin: ‘Em ji binî ve xera bûn! Xwedê tevahiya para gelê min diguherîne Û ji min distîne. Zeviyên me di nav xayînan de parve dike.’”
Ji tirsa cefayê ku ew dikişîne, wê li dûr bisekinin û bêjin: «Wax, wax, bajarê mezin, Bajarê hêzdar, Babîl! Çimkî dîwanbûna te wisa di saetekê de hat.»
Wan xwelî li serê xwe kir, bi şîn û girîn kirin qîrîn û gotin: «Wax, wax, bajarê mezin! Yên ku di deryayê de gemiyên wan hene Hemû bi malên wî yên hêja dewlemend bûn. Lê wisa di saetekê de bajar wêran bû.