11 Loma ji ber ku hûn belengazan di bin lingan de diperçiqînin Û bi zorê genim ji wan distînin, Hûnê li xaniyên ku we ji kevirên necirandî ava kirin, rûnenin Û şeraba rezên xweşik ên ku we danîne venexwin.
Ji zeviya berdar, kêf û şahî hatin rakirin. Ji rezan ne dengê stranan, Ne qîrîna şahiyan, Ne jî kesên li mehseran tirî diguvêşin man. Min dawiya şahiya wan anî.
ezê we wiha ceza bikim: Ezê sawê bînim ser we. Ezê ta û werema ku ronahiya çavan ditefîne û canê we dixwe bînim ser we. Hûnê tovên xwe beredayî biçînin, çimkî wê dijminên we berê wan bixwin.
Bi qesrên Aşdodê û welatê Misrê bidin bihîstin! Bêjin: “Li herêma çiyayî ya Sameryayê bicivin! Xirecira mezin a li nav bajêr Û zordariya tê de bibînin!”
Ya çêlekên Başanê yên li Çiyayê Sameryayê, Guh bidin vê gotinê! Ya jinên ku zordariyê li belengazan dikin, hejaran diperçiqînin Û ji mêrên xwe re dibêjin: “Bîne, em vexwin!”
Ezê gelê xwe Îsraêl vegerînim firehiya berê, Wê bajarên wêran ava bikin û lê rûnin. Wê rezan deynin û şeraba wan vexwin, Wê bexçeyan deynin û fêkiyê wan bixwin.
We gelek tov reşand, lê we kêm da hev. Xwarina we heye, lê têrxwarina we tuneye! Hûn dinoşin, lê nacoşin. Hûn li xwe dikin, lê germ nabin. Hûn heqdestê xwe distînin, lê dixin kîsikê qul.”
Heke gelê Edomê bibêje: “Em hatin perçiqandin, lê emê dîsa wêraneyên xwe ava bikin,” wê gavê Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Bila ava bikin, lê ezê hilweşînim. Wê ji wan re ‘Welatê xerab û gelê ku xezeba Xudan heta hetayê li ser wan e’ bê gotin.