7 “Hê ji dema palehiyê re sê meh hebû, Min baran ji ser we birî. Min bi ser bajarekî de barand, Lê bi ser bajarê din de nebarand. Bi ser zeviyekê de baran hat, Lê zeviya ku baran bi ser de nehat ziwa bû.
“‘Lê wê rojê ezê herêma Goşenê cuda bikim. Çimkî gelê min li wir rûdine. Wê li wir kermoz tunebin. Bi vî awayî tê bizanibî ku li vî welatî Xudan ez im.
Ma pûtekî miletan bikaribe baranê bibarîne heye? Ma ezman dikarin ji ber xwe, taviyê bibarînin? Ya Xwedayê me Xudan! Ma tu ne ew î? Hêviya me tu yî, çimkî te ev hemû tişt kirin.
Esilzadeyên wê xulamên xwe dişînin avê, Ew diçin sarincan, lê avê nabînin, Firaxên wan vala vedigerin. Şerm dikin, riswa dibin, Serê xwe dixin ber xwe.
Ya zarokên Siyonê şa bibin, Bi Xwedayê xwe Xudan kêfxweş bibin. Çimkî ew barana pêşî bi pîvana kamil dide we, Çawa ku berê dikir, Barana pêşî û barana paşî dibarîne.
Ma hûn bi xwe nabêjin: ‹Hê ji dema dirûnê re çar meh hene›. Va ye, ez ji we re dibêjim, çavên xwe hildin û li zeviyên ku zer bûne, ji dirûtinê re amade ne binêrin.
Desthilatiya wan heye, ku di rojên pêxemberîtiya xwe de ezmên bigirin, da ku baran nebare. Û desthilatiya wan li ser avê heye, ku wê bikin xwîn û kengê bixwazin, dikarin her belayê bi ser rûyê erdê de bînin.