5 Wekî pêşkêşiya şikirdariyê nanê hilatî bipêjin, Pêşkêşiyên xwe yên dilxwaziyê bidin bihîstin. Çimkî ev li xweşa we diçe, ya gelê Îsraêl!” Ev e gotina Reb Xudan.
Xudan dibêje: “Min çi ji zêdebûna qurbanên we ye? Ez ji qurbanên şewitandinê yê beranan Û ji bezê golikên dermalekirî têr bûme. Xwîna conega, berx û nêriyan ne bi dilê min in.
û piştre hatina ber bi min ve, sekna li ber min, li Mala ku bi navê min tê gazîkirin! Paşê jî hûn dibêjin: Em rizgar bûn –û bi tevahiya van kirêtiyan hûn berdewam dikin!
Ya Îsraêl, şa nebe! Wek gelên din kêfxweş nebe! Ji ber ku te bêbextî li Xwedayê xwe kir, Te zina kir. Di tevahiya bênderên dexlan de, Te ji destmiza fahîşeyan hez kir.
“Min Îsraêl li çolê wek weşiyeke tirî dît, Bav û kalên we wekî berê pêşî yê darhejîrê dît. Lê ew hatin Baal-Peorê û xwe spartin tiştê şermê, Bi qasî tiştê ku jê hez dikirin kirêt bûn.
Ji dera hûn lê dijîn, hûnê wekî pêşkêşiya raberkirinê du nanî bînin. Wê nan ji berê pêşî bin û ji dehan duduyê efayeke arvanê hûr hatibin çêkirin. Wê ji bo Xudan bin û bi hevîrtirş hatibin pehtin.
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn dehyeka pûng, rizyan û kîmyona xwe didin, lê hûn tiştên Şerîetê yên hê girîngtir, dadperwerî, rehm û baweriyê dihêlin. Diviya ku we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana.
Loma, çaxê ku tu xêrê bikî, li pêşiya xwe li boriyê nexe, wek ku durû li kuçê û di kinîştan de dikin, da ku pesnê wan bê dayîn. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye.