9 Lê min li ber wan Amorî tune kirin. Tevî ku bilindahiya wan bi qasî dara sedrê Û hêza wan wekî darmaziyê jî bûn, Min li jor fêkiyên wan, Li jêr koka wan ziwa kirin.
Loma ez hatim ku wan ji destê Misriyan rizgar bikim. Ez hatim ku wan ji wî welatî derînim û bişînim welatê Kenanî, Hîtîtî, Amorî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan, wî welatê xweş û fireh ê ku şîr û hingiv jê diherike.
Loma çawa ku agir pûş dixwe, Çawa ku giyayê ziwa di nav pêta êgir de jinişkave dikeve, Wê koka wan birize, Kulîlkên wan wek tozê berhewa bibin. Çimkî wan dev ji Şerîeta Xudanê Karîndar berda, Gotinên Pîrozê Îsraêl kêm dît.
Xudanê Karîndar dibêje: “Va ye ew roj tê, wekî tenûrê dişewite. Wê tevahiya qure û xeraban bibin pûş. Wê rojê wê wan bişewitîne. Wê ne kok ne jî çiqil bihêle.
Îcar hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û heta tevahiya wî nifşê ku tiştên di çavê Xudan de xerab in kiribûn qedand, wî ew çil salan li beriyê da gerandin.
Em herin ku derê? Ji ber gotina birayên me, dilê me heliya. Wan got: Gelê wir ji me xurtir û bilindtir in. Bajarên wir mezin in û sûrên wan digihîjin ezmanan. Herwiha me Enaqî jî dîtine!’
–Ji Refayiyan tenê Ogê Padîşahê Başanê sax mabû. Textê razana Og, hesin bû û li bajarê Rabbaya Emmoniyan dima. Li gorî pîvana wê demê dirêjahiya wê neh gaz, firehiya wê çar gaz bû.–
Roja Xudan Amorî dan destê gelê Îsraêl, Yêşû li ber çavê gelê Îsraêl ji Xudan re got: “Ya roj, tu bisekine li ser Gîvonê, Ya heyv, tu jî li Deşta Ayalonê.”
Wî berdewam kir û got: “Hûnê bi vê yekê bizanibin ku Xwedayê Jîndar di nav we de ye û wê bi rastî ji pêş we Kenanî, Hîtîtî, Hîwî, Perîzzî, Gîrgaşî, Amorî û Yevûsiyan biqewitîne: