7 Ew serê belengazan di nav toza erdê de diperçiqînin Û bindestan li ser rê dehf didin. Bav û kur diçin heman keça ciwan Û navê min ê pîroz xerab dikin.
Ji ber ku Navotê Yîzreyêlî gotibû: “Ez milkê bav û kalên xwe nadim te,” Ahav xeyidî û bi hêrs ket qesra xwe. Li ser nivînan xwe pal da, mirûzê xwe tirş kir û nan nexwar.
Ji ber fahîşetiya wan, ezê keçên we, Ji ber zinaya wan, ezê bûkên we ceza nekim. Çimkî mêrên we bi fahîşeyan re hevşa dibin, Bi laşfiroşên pûtperestiyê re qurbanan serjê dikin. Gelê bêferaset wê xera bibe.
Ezê bi hêrs berê xwe bidim wî û ji nav gel bavêjim. Çimkî wî ji ziriyeta xwe pêşkêşî Molekê îlah kir û bi vî awayî Pîrozgeha min qirêj kir û navê min ê pîroz mirdar kir.
Ya çêlekên Başanê yên li Çiyayê Sameryayê, Guh bidin vê gotinê! Ya jinên ku zordariyê li belengazan dikin, hejaran diperçiqînin Û ji mêrên xwe re dibêjin: “Bîne, em vexwin!”
Loma ji ber ku hûn belengazan di bin lingan de diperçiqînin Û bi zorê genim ji wan distînin, Hûnê li xaniyên ku we ji kevirên necirandî ava kirin, rûnenin Û şeraba rezên xweşik ên ku we danîne venexwin.
Çimkî ez dizanim serhildanên we zêde Û gunehên we gelek in! Ya kesên ku zordarî li rastan dikin, bertîlê distînin Û li ber dergehê bajêr heqê hejaran dixwin!