5 Ezê zirzeyên dergehê Şamê bişikênim. Ezê kesê li Geliyê Awenê rûdine Û li Bêtedenê gopal di destan de ye helak bikim. Ezê gelê Aramê sirgûnê Qîrê bikim” dibêje Xudan.
Qewimînên din ên padîşahiya Yarovam, hemû kirinên wî, serketinên şer û jinûvestandina Şam û Hamayê ji bo Îsraêlê ku di destê Cihûdayê de bû, di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Xudanê rizgarkarê we, Pîrozê Îsraêl wiha dibêje: “Ji bo xatirê we Ezê artêşekê bişînim Babîlê û birevînim. Ezê hemû Kildaniyan nizim bikim Ku bi gemiyên xwe qure ne.
Mêrxasên Babîlê dev ji şerkirinê berda, Ew li asêgehên xwe dimînin. Hêza wan ziwa bûye, wekî jinan bûne. Xaniyên wê dişewitin, zirzeyên dergehên wê şikestin.
Dergehên bajêr ketin erdê, Wî zirze şikandin û avêtin. Padîşah û serekên wê, li nav miletan in. Şerîet êdî tuneye, Ji Xudan, dîtinî nayên pêxemberên wan.
Wê bilindciyên perizînê yên Awenê xera bibin, Ew bû gunehê gelê Îsraêl. Wê li ser gorîgehên wan stirî û dirî şîn bibin. Wê ji çiyayan re bêjin: “Me veşêrin!” Wê ji giran re bêjin: “Bi ser me de bikevin!”
Gotina Xudan ev e: “Ya gelê Îsraêl! Ma hûn ji min re ne wekî Kûşiyan in? Ma min gelê Îsraêl ji welatê Misrê, Filîstî ji Kaftorê û Aramî ji Qîrê dernexim?