11 Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Edomiyan, Ezê cezayê wan ranekim. Bi şûr ketin pey birayên xwe û li ber neketin. Hêrsa wan hergav dirinde bû Û xezeb tu car ji dest bernedan.
Ma îlahekî wekî te heye ku sûcan dibexişîne Û serhildanên saxmayiyên gelê xwe efû dike?! Ji ber ku tu bi dilovaniyê şa dibî, Tu heta hetayê bi hêrs namînî.
Heke gelê Edomê bibêje: “Em hatin perçiqandin, lê emê dîsa wêraneyên xwe ava bikin,” wê gavê Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Bila ava bikin, lê ezê hilweşînim. Wê ji wan re ‘Welatê xerab û gelê ku xezeba Xudan heta hetayê li ser wan e’ bê gotin.