Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 8:31 - Kurmanji Încîl

31 Wî lê vegerand û got: «Ezê çawa fêm bikim eger yek ji min re şîrove neke?» Û wî ji Filîpos hêvî kir ku li ba wî siwar bibe.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

31 Ewî gotê: «Ezê çawa bikaribim feʼm bikim, heger yek minrʼa şiroveneke?» Û hîvî ji Fîlîpo kir ku rʼabe rʼex wî rʼûnê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

31 Әԝи готе: «Әзе чаԝа бькарьбьм фәʼм бькьм, һәгәр йәк мьнрʼа шьровәнәкә?» У һиви жь Филипо кьр кӧ рʼабә рʼәх ԝи рʼуне.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 اَوه نَمِر گُت: «اَز چاون دِگارِم فام گَم، هَگو کَسَگ ره نیشا مِن نَدَت؟» ایجا اَوی ژه فیلیپُس خاست گو سیواری پایتونه بیت و رَخ وی رونِت.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 8:31
20 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Li ser vê yekê Êlîşa jê re got: “Gava ew zilam ji bo pêşwaziya te bike, ji erebeyê peya bû, ma ruhê min jî bi te re nehat? Ma niha dema standina zîv û kincan, rez û bexçeyên zeytûnan, pez û dewaran, xulam û xadiman bû?


Naeman bi erebe û hespên xwe ve hat û li ber deriyê mala Êlîşa sekinî.


Heçî ez im, bêaqil û nezan, Li pêşberî te ez bûm mîna heywan.


Wê li wir riyeke mezin hebe, Wê jê re “Riya Pîroz” bêjin. Wê zilamê nepak di wê derê re derbas nebe, Wê ya kesên riya Xudan be. Kesên di wê riyê re derbas dibin, Ehmeq bin jî, wê jê averê nebin.


Bi rastî ez ji we re dibêjim, kî ku Padîşahiya Xwedê wek zarokekê qebûl neke, tu caran nakeve wê.»


Filîpos bezî û bihîst ku ew nivîsara Îşaya pêxember dixwîne. Filîpos jê pirsî: «Ma tiştê ku tu dixwînî, tu fêm dikî?»


Ew cihê ku ji nivîsarê dixwend ev bû: «Wek miyekê ji bo şerjêkirinê hat birin Û wek ku berx li ber cewîzê xwe bêziman e, Ew devê xwe venake.


Lê ewê çawa gazî wî yê ku bawerî pê neanîne bikin? Û ewê çawa baweriyê bi wî yê ku li ser nebihîstine bînin? Îcar bêyî ku yek bide bihîstin, ewê çawa bibihîzin?


Bila tu kes xwe nexapîne. Eger di nav we de yek xwe li vê dinyayê şehreza hesab bike, bila bêaqil be, da ku şehreza bibe.


Eger yek guman dike ku tiştekî dizane, hê ew tiştekî nizane, ka çawa divê ku ew bizane.


yê dewlemend jî bila bi rebeniya xwe pesnê xwe bide. Çimkî ewê wek kulîlka giyê derbas bibe.


Ji ber vê yekê her cûreyê pîsîtiyê û xerabiya ku pirr bûye ji ser xwe bavêjin. Bi nermî peyva ku di dilê we de hatiye çandin û dikare canê we xilas bike, qebûl bikin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ