Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 7:45 - Kurmanji Încîl

45 Bav û kalên me jî ew hildan û gava ku bi Yêşû re welatê miletên din ên ku Xwedê ji ber wan derxistin, vegirtin, hingê ew bi xwe re anîn. Heta dema Dawid ew li wir ma.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

45 Paşê kal-bavêd me jî ew konê ku ji pêşîya wanrʼa mabû, hildan anîne vî welatî, wî wextê ku wan tʼevî Yêşû ji wan mileta zeft kiribûn û Xwedê ji ber kal-bavêd meva berî wan mileta dabû. Ew kon li wir ma hʼeta wextê Dawid.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

45 Паше кал-бавед мә жи әԝ коне кӧ жь пешийа ԝанрʼа мабу, һьлдан анинә ви ԝәлати, ԝи ԝәхте кӧ ԝан тʼәви Йешу жь ԝан мьләта зәфт кьрьбун у Хԝәде жь бәр кал-бавед мәва бәри ԝан мьләта дабу. Әԝ кон ль ԝьр ма һʼәта ԝәхте Даԝьд.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

45 وقته باوانه مَ، بِ واسِطا یوشَع وَلاته کنعانه ژه وان قَومه گو خدا بَر چاوه باوانه مَ اَو هاوِته بونَ دَروَ اِستاندِن، خیبَتا شَهادَته گَل خودا اینان، و اَو خیبَت حَتا زَمانه داوود پاشا وِدَره ما.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 7:45
20 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Bi vî awayî kahin û Lêwiyiyan, Sindoqa Xudan, Konê Hevdîtinê û hemû taximên pîroz ên di kon de derxistin jor.


Sadoqê Kahin û birayên wî yên kahin li bilindciyê perizînê yê Gîvonê, li ber Meskenê Xudan mabûn


Di vê navberê de Meskenê Xudan a ku Mûsa li beriyê çêkiribû û gorîgeha qurbana şewitandinê li Gîvonê, li bilindciyê perizînê bûn.


Kurên wan ketin welatê Kenanê û ji xwe re kirin milk. Te li ber wan bi Kenaniyên ku li welêt rûniştin serî da tewandin. Te ew, padîşahên wan û gelên welêt da destên wan ku ew li gorî dilê xwe tevbigerin.


Te bi destê xwe berda miletan, Û ew bi cih kirin li şûna wan; Te şikand miletan, Belê firehî anî ji bo wan.


Wî milletan, qewirand ji pêş wan, Wî axa wan par kir, Li konên wan, Eşîrên Îsraêlê cîwar kir.


Te ji Misirê şivek dêliyê anî, Te milletan deranî û wê danî.


Piştî ku wî li welatê Kenanê heft milet qir kirin, wî welatê wan bi mîrasî da wan.


“Hilkişe Çiyayê Neboyê yê li herêma çiyayî ya Evarîmê ku li welatê Moavê ye û li pêşberî Erîhayê ye. Welatê Kenanê yê ku ezê bi milkî bidim Îsraêliyan bibîne.


Çimkî eger Yêşû rihetî dabûya wan, Xwedê piştre li ser rojeke din nedigot.


Tevahiya civaka Îsraêl li Şîloyê civiya û Konê Hevdîtinê li wê derê danî. Tevahiya welêt di bin destê wan de bû,


Çimkî Xudan li ber we miletên mezin û hêzdar qewitandin û tu kes heta îro li pêşberî we nesekiniye.


Xudan ji pêş me Amorî û hemû miletên ku li welêt rûdinin qewitandin. Emê ji Xudan re xulamiyê bikin. Ew Xwedayê me ye.”


Heta ku Mala Xwedê li Şîloyê bû, wan ji xwe re pûtê ku Mîxa çêkiriye, daçikandî hişt.


Gel mirov şandin Şîloyê. Sindoqa Peymana Xudanê Karîndar ku di nav xerûban de textê xwe danîbû, anîn wir. Herdu kurên Elî, Hofnî û Pînehas jî li ba Sindoqa Peymana Xwedê bûn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ