Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 3:20 - Kurmanji Încîl

20 da ku ji ba Xudan wextên nûvejeniyê bên û Mesîhê ku ji berê ve ji bo we destnîşan kiriye, yanî Îsa bişîne.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

20 Hingê wextêd jîyîndarîyê ji hʼizûrîya Xudan wê bên û Ewê Îsa bişîne, wî Mesîhê ku berêda bona we kʼifş kirîye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

20 Һьнге ԝәхтед жийиндарийе жь һʼьзурийа Хӧдан ԝе бен у Әԝе Иса бьшинә, ԝи Мәсиһе кӧ бәреда бона ԝә кʼьфш кьрийә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 گو رُژه تازَ بونه، ژه حُضورا خاده بِگَهَشِن و خدا، مسیحْ گو پِشتا بُ وَ دَست نیشان گِره بو رِگَت، آنی عیسی،

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 3:20
15 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çimkî Kurê Mirov wê bi rûmeta Bavê xwe ve, tevî milyaketên xwe bê û hingê wê li gor kirinên her kesî bide wî.


Çaxê Îsa li Çiyayê Zeytûnê rûdinişt, şagirtên wî bi serê xwe hatin ba wî û jê re gotin: «Ji me re bêje, ka ev tişt wê kengê bibin? Çi wê bibe nîşana hatina te û dawiya dinyayê?»


«Û hingê wê bibînin ku ‹Kurê Mirov di nav ewran de bi hêz û rûmeta mezin tê.›


Çaxê wan guh didan van tiştan, Îsa meseleke din got, çimkî nêzîkî Orşelîmê bû û wan digot qey Padîşahiya Xwedê ha niha wê xuya bibe.


Hingê wê bibînin ku ‹Kurê Mirov di nav ewrekî de bi hêz û rûmeta mezin tê.›


Çimkî wî rojek kifş kiriye û ewê di wê rojê de bi destê zilamê ku wî destnîşan kiriye bi dadperwerî dîwana dinyayê bike. Bi rakirina wî ya ji nav miriyan wî ewlehî da hemûyan, ku ji bo vî karî ew mirov hatiye destnîşankirin.»


Loma tobe bikin û li Xwedê bizivirin, da ku gunehên we bên xîşkirin,


Divê ew li ezmên bimîne, heta ku Xwedê her tiştî nûvejen bike, wek ku wî ji berê ve bi devê pêxemberên xwe yên pîroz gotiye.


ku hûn ne bi ruh, ne bi gotinê, ne jî bi nameyeke wek ku ji me be, bi gotinên wek, «Niha êdî Roja Xudan hatiye», di fikrên xwe de zû veneleqin û şaş nebin.


Û hingê yê bêqanûn wê xuya bibe, ku Xudan Îsa wê bi hilma devê xwe wî bikuje û wê bi şewqa hatina xwe wî helak bike.


Mesîh jî ji bo ku gunehên gelekan hilgire carekê hat pêşkêşkirin. Cara diduyan, ew ne ji bo hilgirtina guneh, lê ji bo xilasbûna wan ên ku li hêviya wî disekinin, wê xuya bibe.


Va ye, ew bi ewran re tê. Her çav wê wî bibîne, heta ew ên ku bedena wî qul kirine jî. Û hemû gelên dinyayê wê li ser wî li xwe bixin. Erê. Amîn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ