Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 27:12 - Kurmanji Încîl

12 Ji ber ku lengergeh ji bo bihûrandina zivistanê xweşkeys nebû, pirraniya wan biryar da ku ji wir bi deryayê ve herin û eger çêbe bigihîjin Fînîksê û zivistanê li wir derbas bikin. Fînîks lengergeha Girîtê bû, li başûr û li bakûrê rojava dinêrî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

12 Ew gemîwargeh bona derbazkirina zivistanê ne qenc bû, lema jî geleka ji wan qirara xwe da ku ji wir herʼin, belkî bikaribin bigihîjine bajarê Fînîksê û li wir zivistanê derbaz kin. Eva bajara gemîwargeheke girava Kirêtayê ye, ku li başûr-rʼoavayê û bakur-rʼoavayê dinihêrʼe.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

12 Әԝ гәмиԝаргәһ бона дәрбазкьрьна зьвьстане нә ԛәнщ бу, ләма жи гәләка жь ԝан ԛьрара хԝә да кӧ жь ԝьр һәрʼьн, бәлки бькарьбьн бьгьһижьнә бажаре Финиксе у ль ԝьр зьвьстане дәрбаз кьн. Әва бажара гәмиԝаргәһәкә гьрава Кьретайе йә, кӧ ль башур-рʼоавайе у бакӧр-рʼоавайе дьньһерʼә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 بَر خاطره هِنده گو اَو بَندَر گِیر دَرباز گِرِنا زِستانه نَدِهات، پِشگا زِدَیَ مِرُوا تصمیم گِرتِن گو ژه وِدَره بِ رِیا بَحره بِچِنَ پِش، بِ وه اُمیده گو بِگارِن بِگَهَشِنَ بَندَرا فینیکسه و زِستانه وِدَره دَرباز گَن. اَو بَندَر جَزیرا کْرِته دا بو و دِبَرخودا هم باشورا رُژآوایه و هم باکورا رُژآوایه.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 27:12
8 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Hingê şa bûn, çimkî gihîştin rihetiyê, Wî ew gihadin kara ku dixwestin herinê.


Cihû û Xwedêperestên ji miletên din, Girîtî û Ereb hene. Em dibihîzin ku ev bi zimanên me li ser karên Xwedê yên mezin dibêjin.»


Çaxê ku bayekî nerm ê başûr hat, wan guman kir ku ew gihîştin mebesta xwe, lenger kişandin û bi keviya Girîtê ve çûn.


Îcar çaxê ku demeke dirêj wan xwarin nexwar, Pawlos di nav wan de rawesta û got: «Hevalno, diviya ku we bi ya min bikira, hûn ji Girîtê derneketana û we ev ziyan û zehmet nedîtana.


Gelek rojan em hêdî hêdî çûn û bi zehmet em gihîştin pêşberî Kinîdosê. Ji ber ku bayê rê neda me, em di aliyê Girîtê yê di bin bayê re, di pêşberî Salmonê re derbas bûn.


Bi zehmet em di vê keviyê de derbas bûn û gihîştin dereke ku jê re dibêjin Lengergeha Bedew, ku nêzîkî bajarê Laseyayê bû.


Yekî ji wan, pêxemberekî wan gotiye: «Girîtî hergav derewkar in, cenawirên xerab û tiralên xwera ne.»


Min ji bo vê yekê tu li Girîtê hiştî, da ku tu kêmahiyan sererast bikî û wek ku min ji te re gotiye tu di her bajarî de rihspiyan rakî.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ