Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 23:6 - Kurmanji Încîl

6 Çaxê Pawlos fêm kir ku hinek ji wan Fêrisî û hinek ji wan jî Sadûqî ne, di civîna giregiran de bi dengekî bilind got: «Birano, ez Fêrisî me, kurê Fêrisiyan im. Ji ber hêviya ku mirî wê vejîn, dîwana min tê kirin.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

6 Hingê Pawlos pê hʼesîya ku alîkî sadûqî ne, alîkî jî fêrisî, wê civînêda kire gazî û got: «Gelî bira! Ez fêrisî me, kurʼê fêrisîya! Bona gumana rʼabûna mirîya dîwana min dikin».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

6 Һьнге Паԝлос пе һʼәсийа кӧ алики садуԛи нә, алики жи ферьси, ԝе щьвинеда кьрә гази у гот: «Гәли бьра! Әз ферьси мә, кӧрʼе ферьсийа! Бона гӧмана рʼабуна мьрийа диԝана мьн дькьн».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 پولس گو دِزانی هِندَگه وان ژه فِرقا صَدّوقیا و هِندَگه وان ژی ژه فِرقا فَریسیانَ، ناو شورایه دا بِ دَنگا بِلند گُت: «گَلی بِرایا، اَز مِرُوَگه فَریسی مَ و گوره مِرُوَگه فَریسی مَ ژی؛ بَر خاطره اُمیدا گو مِن راستا رابونا ژه ناو مِریادا هَیَ، دیوانا مِن دِتَ گِرِن.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 23:6
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

«Va ye, ez we wek miyan dişînim nav guran. Loma wek maran bi aqil û wek kevokan dilpak bin.


Eynî rojê Sadûqiyên ku digotin vejîna miriyan tune, hatin ba Îsa


Lê gava Yûhenna dît ku ji Fêrisî û Sadûqiyan gelek tên ku imad bibin, wî ji wan re got: «Hey têjikên koremaran! Kê ji we re gotiye ku hûn ji ber xezeba ku tê birevin?


«Ez zilamekî Cihû me, li Tarsûsa Kîlîkyayê hatime dinyayê, lê ez li vî bajarî mezin bûme, li ber lingên Gamalyêl bi tûndî li gor Şerîeta bav û kalan hatime perwerdekirin û ka îro hûn hemû çawa nin, ez jî ji bo Xwedê xîretkêş bûm.


Dotira rojê wî xwest ku rast hîn bibe ka çima Pawlos ji aliyê Cihûyan ve tê sûcdarkirin. Wî zincîrên Pawlos vekirin û li serekên kahînan û li hemû civîna giregiran emir kir ku bicivin. Wî Pawlos anî xwarê û li ber wan da rawestandin.


Serokkahîn û tevahiya civîna rihspiyan dikarin li ser vê yekê şahidiyê ji min re bikin. Min ji wan nameyek ji bo birayên li Şamê stand û ez çûm wê derê, da ku ez yên ku li wir bûn, girêdayî bi xwe re bînim Orşelîmê, ku ew bên cezakirin.


Pawlos bi baldarî li civîna giregiran nêrî û got: «Gelî birayan! Ez heta îro li ber Xwedê bi wijdaneke paqij jiyam.»


Îcar hûn û civîna giregiran, ji serhezar bixwazin ku wî bîne xwarê ba we, wek ku hûnê lêkolîneke hê rastir li ser Pawlos bikin. Em jî amade ne, hê beriya ku ew bigihîje, em wî bikujin.»


Wî bersîv da û got: «Cihûyan ya xwe kirine yek ku hêvî ji te bikin ku tu sibê Pawlos bînî ber civîna giregiran, wek ku hê rastir li ser wî bikolin.


Çaxê wî ev got, di navbera Fêrisî û Sadûqiyan de devjenî çêbû û civîn bû du bend.


Wek ku ew bi xwe jî qebûl dikin ku vejîna yên rast û nerast wê çêbe, ev hêviya min jî ji Xwedê heye.


Tenê gava ku ez di nav wan de rawesta bûm, min dengê xwe bilind kir û got: ‹Ji ber vejîna miriyan, îro li ber we dîwana min tê kirin.›»


Ji ber vê yekê min xwest ku ez we bibînim û bi we re bipeyivim. Çimkî ez di ber hêviya Îsraêl de bi vê zincîrê girêdayî me.»


Ez roja heştan hatime sinetkirin, ji gelê Îsraêl, ji eşîra Binyamîn im, ez Îbraniyekî xas Îbranî me. Ez di kirina Şerîetê de Fêrisî û


Ev, ji hêviya ku li ezmanan hilanî ye tê. We ev hêvî berê di peyva rastiyê de, di Mizgîniya ku gihîştiye we de bihîst.


Ev hêviya me wek lengerê can ê saxlem û ewledar e û derbasî aliyê perdê yê hundir dibe.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ