Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 21:34 - Kurmanji Încîl

34 Ji ber ku ji elaletê her yekî tiştek digot û dikirin qîrîn, wî ji ber hengameyê ya rast fêm nekir û emir kir ku wî bînin leşkergehê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

34 Nava eʼlaletêda bona wî her yekî cûrʼekî dikire qarʼe-qarʼ. Ewî gava ji dest qalme-qalma cimeʼtê nikaribû eʼseyî bizanibûya, eʼmir kir wî bibine eskerxanê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

34 Нава әʼлаләтеда бона ԝи һәр йәки щурʼәки дькьрә ԛарʼә-ԛарʼ. Әԝи гава жь дәст ԛалмә-ԛалма щьмәʼте нькарьбу әʼсәйи бьзаньбуйа, әʼмьр кьр ԝи бьбьнә әскәрхане.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

34 هِندَگا ناو جَماعَته بِ هَواران دِشدَگ دِگُتن و هِندَگا دِشدَگه دی. اَمیره گُردانه گو بَر خاطره هِنگامه نَگاری بِزانیت گو یا راست چیَ، دَستور دا پولسی بِبَنَ سربازخانه.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 21:34
8 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Îcar hinekan tiştek, hinekên din jî tiştekî din diqîriyan; çimkî elalet tevlihev bû û gelekan ji wan nizanibû ku ji bo çi kom bûne.


Gava dikirin ku Pawlos bibin leşkergehê, wî ji serhezar re got: «Ma ez dikarim ji te re tiştekî bêjim?» Wî jî lê vegerand û got: «Ma tu bi Yewnanî dizanî?


serhezar emir kir ku wî bînin leşkergehê, bidin ber qamçiyan û bikişînin pirsyariyê, da ku hîn bibe, ka ev elalet çima weha li hember wî diqîre.


Dotira rojê wî xwest ku rast hîn bibe ka çima Pawlos ji aliyê Cihûyan ve tê sûcdarkirin. Wî zincîrên Pawlos vekirin û li serekên kahînan û li hemû civîna giregiran emir kir ku bicivin. Wî Pawlos anî xwarê û li ber wan da rawestandin.


Gava ku bihevketin zêde bû, serhezar tirsiya ku Pawlos perçe bikin. Emir li leşkeran kir ku herin jêr, bi zorê wî ji nav wan hildin û bînin leşkergehê.


Lê xwarziyê Pawlos, bi vê kemîna wan hesiya, çû ket leşkergehê û ji Pawlos re got.


Leşkeran dotira rojê siwarên ku wê bi wî re biçûna hiştin û vegeriyan leşkergehê.


Îcar tiştekî ku ez li ser wî ji efendiyê me re binivîsim tune. Ji ber vê yekê min ew anî pêş we, bi taybetî jî pêş te, ya Egrîpa padîşah. Da ku, piştî ew bê kişandin pirsyariyê, tiştekî ku ez binivîsim hebe.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ