Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 17:13 - Kurmanji Încîl

13 Lê gava Cihûyên Selanîkê hîn bûn ku Pawlos peyva Xwedê li Beroyayê jî daye bihîstin, ew hatin wê derê jî, elalet têkdan û rakirin ser piyan.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

13 Gava cihûyêd Tʼêsalonîkê bihîstin ku Pawlos xebera Xwedê Beroyayêda jî dannasîn dike, hatin wir jî hêlan dane eʼlaletê û ew tʼevîhev kirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

13 Гава щьһуйед Тʼесалонике бьһистьн кӧ Паԝлос хәбәра Хԝәде Бәройайеда жи даннасин дькә, һатьн ԝьр жи һелан данә әʼлаләте у әԝ тʼәвиһәв кьрьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 بله وقته یهودیه اَهله تسالونیکیه زانین گو پولس بیریه دا ژی باسه کلاما خدا دِگَت، اَو هاتنَ وِدَره ژی و شَهر ناویِگ دان و خلق تحریک گِرِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 17:13
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Di çavê Xudan de tu kesê wek Ahav ku xwe firotibû xerabiyê tunebû. Îzabela jina wî ew sor dikir.


Mirovê hêrsok pevçûnê dertîne, Lê kesê zû hêrs nabe, şer radiwestîne.


Çavbirçî pevçûnê dertîne, Lê kesê bi Xudan ewle ye wê bigihîje firehiyê.


«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn Padîşahiya Ezmanan li ber mirovan digirin. Hûn bi xwe nakevinê û ne jî hûn dihêlin ên ku dixwazin bikevinê, derbas bibin.


Ma hûn guman dikin ku ez hatime aştiyê bînim dinyayê? Ez ji we re dibêjim: Na, lê belê ez hatime, da ku ez dubendiyê bînim.


Lê Cihûyên ku bawer nekirin, yên ji miletên din rakirin ser piyan û dilê wan li hember birayan reş kirin.


Piştî ku Pawlos û Sîlas di Amfîpolîs û Apolonyayê re derbas bûn, hatin Selanîkê. Li wir kinîşteke Cihûyan hebû.


Hema wê şevê birayan Pawlos û Sîlas şandin Beroyayê. Çaxê ew gihîştin wir, ew çûn kinîşta Cihûyan.


Lê Cihûyan çavnebariya wan kir, ji xelkên çarşiyê, hin mirovên xerab kişandin aliyê xwe, elaletek civandin û di bajêr de laleşe çêkirin, êrîşî mala Yason kirin û lê digeriyan ku wan derxin ber xelkê.


Ji Beroyayê Sopatrosê kurê Pîros, ji Selanîkiyan Erîstarxos û Sêkûndos, Gayosê Derbeyî û Tîmotêyos û ji herêma Asyayê Tixîkos û Trofîmos bi wî re rêwîtî kirin.


Çaxê ev heft roj li ber temambûnê bûn, Cihûyên ku ji herêma Asyayê bûn ew di Perestgehê de dîtin, tevahiya elaletê têkdan. Wan ew girt,


Û wan xelk, rihspî û Şerîetzan rakirin ser piyan û bi ser Steyfan de hatin, ew girtin, anîn ber civîna giregiran.


Min gelek caran rêwîtî kir; ez di talûkeyên çeman re derbas bûm, di talûkeyên rêbiran de, di talûkeyên ji aliyê gelê xwe ve, di talûkeyên ji aliyê miletan ve, di talûkeyên di nav bajêr de, di talûkeyên di çolê de, di talûkeyên di deryayê de û ez di talûkeyên nav birayên qelp de derbas bûm.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ