Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 12:19 - Kurmanji Încîl

19 Çaxê Hêrodês li wî geriya û ew nedît, nobedar kişandin pirsyariyê û emir kir ku bên kuştin. Û Hêrodês ji Cihûstanê berjêrî Qeyseriyê bû û li wê derê ma.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

19 Gava Hêrodes li wî gerʼîya û ew nedît, ji eskera her tişt pirsî û eʼmir kir ku bêne kuştinê. Paşê Hêrodes ji Cihûstanê berjêrî Qeyserîyê bû û wir ma.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

19 Гава Һеродәс ль ԝи гәрʼийа у әԝ нәдит, жь әскәра һәр тьшт пьрси у әʼмьр кьр кӧ бенә кӧштьне. Паше Һеродәс жь Щьһустане бәржери Ԛәйсәрийе бу у ԝьр ма.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 هیرودیس دَستور دا همو جیا دوو پِطرُس بِگَرِن؛ و وقته پِطرُس پَیدا نَگِرِن، نُبَدار کِشا پیسیارا و دَستورا گُشتِنا وان دا. پاشه هیرودیس ژه حَریما یهودیه چو بُ شَهره قیصریه و مدَتَگه ما وِدَره.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 12:19
19 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Padîşahê Îsraêlê xeyidî û bi hêrs çû qesra xwe ya li Sameryayê.


Mordexay vegeriya dergehê qesrê. Haman serê xwe nixamt û bi şermî ber bi malê ve lezand.


Padîşah li Yerahmeyêlê kurê xwe, Serayayê kurê Ezriyêl û Şelemyayê kurê Evdeyêl emir kir ku Barûkê Nivîsende û Yêremyayê Pêxember bigirin. Lê Xudan ew veşartibûn.


Îcar di dema Hêrodês padîşah de, çaxê Îsa li Beytlehma Cihûstanê çêbû, ji Rojhilat stêrnas hatin Orşelîmê


Piştî çûyîna stêrnasan, milyaketekî Xudan di xewnê de li Ûsiv xuya bû û got: «Rabe, rahêje zarok û diya wî û bireve Misrê. Li wê derê bimîne heta ku ez ji te re bêjim. Çimkî Hêrodês wê li zarok bigere, da ku wî bikuje.»


Gava Hêrodês fêm kir ku ji aliyê stêrnasan ve hatiye xapandin, gelek hêrs bû. Li ser vê yekê, tam li gor wî çaxê ku ji stêrnasan hîn bûbû, li Beytlehm û li hemû der û dora wê, fermana kuştina hemû zarokên kurîn ên du salî û ji diduyan biçûktir derxist.


Gava ku bû sibe, tevliheviya nav leşkeran ne hindik bû, ka gelo çi bi Petrûs hatiye.


Gava ku Petrûs girt, ew avêt zîndanê û ji bo ku nobedariya wî bikin, çar kom leşkerên ku her yek ji wan ji çar kesan pêk dihat, danîn ber wî. Niyeta wî ew bû ku piştî Cejna Nanê Şkeva wî derxe ber gel.


Şevekê beriya wê roja ku Hêrodês wî derxe meydanê, Petrûs bi du zincîran girêdayî, di navbera du leşkeran de radiza. Û nobedaran li ber derî nobedariya zîndanê dikirin.


Çaxê qerdiyan hişyar bû û dît ku deriyên zîndanê vekirî ne, şûrê xwe kişand û dikir ku xwe bikuje. Çimkî wî got qey hemû girtî reviyane.


Dotira rojê em ji wir derketin û hatin Qeyseriyê. Em çûn mala Filîposê mizgînvanê ku yek ji heftan bû û em li ba wî man.


Piştî ku çend roj derbas bûn Egrîpa padîşah û Bernikê hatin Qeyseriyê ku herin serdana Fêstos.


Hingê leşkeran xist dilê xwe ku girtiyan bikujin, da ku kesekî sobayiyê neke û nereve.


Filîpos xwe li Aşdodê dît û heta ku hat Qeyseriyê, di hemû bajarên ku di wan re derbas bû de, Mizgînî belav dikir.


Dawid li sitargehan ma ku li herêma çiyayî ya Beriya Zîfê. Şawûl her roj lê digeriya, lê Xwedê Dawid nedida destê wî.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ