Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 11:19 - Kurmanji Încîl

19 Îcar yên ku ji ber wê zordestiya dema kuştina Steyfan belav bûbûn, heta Fînîkya, Qibris û Entakyayê çûbûn. Wan peyv ji Cihûyan pê ve ji kesî din re negotin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

19 Ewêd ku ji dest wê zêrandina pey kuştina Steyfanrʼa bela-belayî bibûn, gihîştine hʼeta Fînîkyayê, Qubrisê û Entakyayê û tʼenê cihûyarʼa xeber dannasîn dikirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

19 Әԝед кӧ жь дәст ԝе зерандьна пәй кӧштьна Стәйфанрʼа бәла-бәлайи бьбун, гьһиштьнә һʼәта Финикйайе, Ԛӧбрьсе у Әнтакйайе у тʼәне щьһуйарʼа хәбәр даннасин дькьрьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 اَو مِرُوه خُدان ایمان گو بَر خاطره اَذیَتا گو پاشه گُشتِنا استیفان دَستبه گِره بو، پَلاتَیی بِبون، حَتا مَنطَقا فینیقیه و قبرس و شَهره اَنطاکیه چُن. اَوان خِنجی یهودیا بُ چه کَسه باسه کلاما خدا نَدِگِرِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 11:19
22 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lê hê bêtir herin ba miyên windabûyî yên mala Îsraêl.


Hingê Cihûyan ji hev re got: «Ev mirov wê here ku derê ku em wî nabînin? Nexwe wê here ba gelê me yê ku li nav Yewnaniyan belav bûye û Yewnaniyan hîn bike?


Lê hin ji wan ên ku ji Qibris û Kûrênê bûn, çaxê hatin Entakyayê ji Yewnaniyan re jî dipeyivîn û Mizgîniya Xudan Îsa didan.


Xebera vê yekê gihîşt guhê civîna bawermendan a li Orşelîmê û wan Barnabas şand Entakyayê.


Di civîna li Entakyayê de pêxember û mamoste hebûn: Barnabas, Şimûnê ku jê re Nîgêr digotin, Lûkyosê ji Kûrênê, Menayînê ku birayê şîrî yê Mîr Hêrodês bû û Şawûl.


Bi vî awayî ew ji aliyê Ruhê Pîroz ve şandî, dageriyan Sêlûkyayê û ji wir bi gemiyê çûn Qibrisê.


Hingê Pawlos û Barnabas, bi ziravî peyivîn û gotin: «Diviya ku pêşî peyva Xwedê ji we re bihata gotin. Madem ku hûn wê red dikin û xwe hêjayî jiyana herheyî nabînin, va ye, em jî li miletên din dizivirin.


Ji wir ew bi gemiyê vegeriyan Entakyayê, wê dera ku ji bo vî karê ku anîbûn serî, li kerema Xwedê hatibûn spartin.


Hingê di çavên şandî û rihspiyan û tevahiya civînê de qenc xuya bû ku ji nav xwe zilaman bibijêrin û bi Pawlos û Barnabas re bişînin Entakyayê. Wan, Cihûdayê ku jê re dibêjin Barsabas û Sîlas, yên ku di nav birayan de sereke bûn, şandin.


De îcar civînê ew bi rê kirin. Çaxê di Fînîkya û Sameryayê re derbas dibûn, li ser zivirîna miletan a li Xwedê digotin û hemû bawermend pirr şa dikirin.


Îcar ew hatin şandin û daketin Entakyayê. Wan tevahiya komê civand û name dan wan.


Lê Pawlos û Barnabas li Entakyayê man û bi gelekên din re peyva Xudan hîn kirin û Mizgînî dan.


Îcar devjeniyeke dijwar ket nav wan, wisa ku ji hev veqetiyan. Barnabas Marqos hilda û bi gemiyê çû Qibrisê.


Gava hat Qeyseriyê, hilkişiya Orşelîmê, silav li civînê kir û daket Entakyayê.


Hin şagirtên ji Qeyseriyê jî bi me re hatin û em anîn mala Minasonê Qibrisî. Ew şagirtekî kevin bû û emê li mala wî bibûna mêvan.


Me gemiyeke ku diçû Fînîkyayê dît, em li wê siwar bûn û bi rê ketin.


Gava ku Xwedê Xizmetkarê xwe rakir, pêşî wî ew şand ba we, da ku we pîroz bike û her yekî ji we ji xerabiyên wî vegerîne.»


Bi navê Ûsiv yekî Lêwî ji Qibrisê hebû. Şandiyan jê re digot Barnabas, ku bê wergerandin: «Kurê handanê».


Ev yek li hemû koma bawermendan xweş hat û wan ev mirov bijartin: Steyfan ê ku mirovekî bi bawerî û bi Ruhê Pîroz tije bû û Filîpos, Prokoros, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkolasê ji Entakyayê yê ku hatibû ser baweriya Cihûyan.


Lê gava ku Kîfas hat Entakyayê, ez bi eşkereyî li ber wî rabûm. Ji ber ku sûcdar bû.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ