Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 1:24 - Kurmanji Încîl

24 Wan dua kir û got: «Ya Xudan, tu bi dilê her kesî dizanî. Nîşanî me bide ka te ji van herduyan kîjan bijart,

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

24 Dua kirin û gotin: «Xudan, Tu ku dilê her kesî zanî, ji van her duya kʼîjanî ku Tu dibijêrî bide kʼifşê,

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

24 Дӧа кьрьн у готьн: «Хӧдан, Тӧ кӧ дьле һәр кәси зани, жь ван һәр дӧйа кʼижани кӧ Тӧ дьбьжери бьдә кʼьфше,

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 اَوان دعا گِرِن و گُتن: «اَی خاده، تِ دله تواوی مِرُوان دِزانی. تِ بوخو نیشا مَ بِدَ گو تَ کیشگه وان دو مِرُوانَ بِژارتیَ

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 1:24
24 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

wê gavê li ezmanan, li warê xwe bibihîze, bibexişîne, tevbigere û li gorî hemû riyên wan bide kesê tu dilê wî dizanî. Çimkî tu, tenê tu dilê hemû mirovan dizanî.


“Silêmano! Ya kurê min! Xwedayê bavê xwe nas bike. Bi yek dilî û canê bibiryar xulamiya wî bike. Çimkî Xudan lêkolîna tevahiya dilan dike. Hemû niyet û fikran fêm dike. Heke tu lê bigerî, wê xwe bide dîtin. Lê heke tu dev ji wî berdî, wê heta hetayê te red bike.


Ya Xwedayê min, ez baş dizanim ku tu dilan diceribînî û ji rastiyê hez dikî. Min tevahiya van tiştan, bi rastiya dilê xwe û ji dil da te. Min dît ku gelê te, li vir bi şahî û dilxwazî pêşkêşî te kir.


Ma Xwedê ev dernedixist meydanê? Çimkî ew dizane bi sirrê dilan.


Ey Xwedayê rast! Bila dawiya xerabiya xeraban bê, Belê rastan ava ke. Tu ku, dil û aqilan diceribînî.


Warê helakê û diyarê miriyan jî li ber çavê Xudan vekirî ye, Nexasim dilê mirovan!


Lê ya Xudanê Karîndar! Ya Dadgerê adil ê ku dil û raman diceribîne! Ez heyfa ku tê ji wan bistînî bibînim, Çimkî min doza xwe li ber te vekir.


“Ez Xudan dilan dikolim û ramanan diceribînim Ku li gorî rê û berê karê wan bidim.”


Ya Xudanê Karîndar! Yê ku rastan diceribîne Û dil û ramanan dibîne, tu yî! Rabe, heyfa ku tê ji wan bistînî, bibînim, Çimkî ez doza xwe datînim pêşberî te.


“Bila Xwedayê ruhên hemû beşerê Xudan, li ser civakê kesekî kifş bike


Hingê Îsa ji wan re got: «Hûn ew in ku xwe li ber mirovan rûspî derdixin, lê Xwedê bi dilê we dizane; çimkî tiştê ku di nav mirovan de bi qedir e, li ba Xwedê mekruh e.


Îsa cara sisiyan ji Petrûs pirsî: «Ey Şimûnê kurê Yûhenna, ma tu ji min hez dikî?» Li ser pirsîna Îsa ya cara sisiyan «Ma tu ji min hez dikî?» kederê Petrûs girt û got: «Ya Xudan, tu her tiştî dizanî; tu dizanî ku ez ji te hez dikim.» Îsa ji wî re got: «Miyên min biçêrîne.


Piştî ku wan ji bo her civînê rihspî rakirin, bi dua û rojîgirtinê ew spartin wî Xudanê ku bawerî pê anîbûn.


Û Xwedayê ku bi dilê mirov dizane, çawa ku Ruhê Pîroz da me, wisa da wan jî û ew erêkirin.


Wan ew li ber Şandiyan dan rawestandin, Şandiyan jî dua kir û destên xwe danîn ser wan.


Û Xwedayê ku li dilan dikole bi fikirîna Ruh dizane. Çimkî Ruh li gor daxwaza Xwedê ji bo pîrozan mehderê dike.


Tu afirîn tune ku ji wî veşartî ye. Lê her tişt li ber çavê yê ku divê em hesab bidinê tazî û vekirî ye.


Û ezê li zarokên wê bixim û bikujim û hemû civîn wê bizanin ku yê li dil û daxwazan dikole ez im û ezê li gor kirinên her yekî ji we bidim we.


Şawûl ji Xwedayê Îsraêl Xudan re got: “Rastiyê nîşan bide!” Pişk hat avêtin. Yonatan û Şawûl sûcdar, gel bêsûc derket.


Lê Xudan ji Samûêl re got: “Li bejn û bala wî nenêre. Ne ew e! Xudan wekî mirov dibînin nabîne. Mirov li rû dinêre, lê belê Xudan li dil dinêre.”


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ