Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 1:10 - Kurmanji Încîl

10 Gava Îsa diçû û wan zîq li ezmên dinêrî, ji nişkê ve du mirovên cilspî li ba wan rawestan.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

10 Ew hê zûrʼ bibûn li çûyîna Wîye eʼzmên dinihêrʼîn, va du merivêd kʼincsipî cem wan sekinîn

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

10 Әԝ һе зурʼ бьбун ль чуйина Ԝийә әʼзмен дьньһерʼин, ва дӧ мәрьвед кʼьнщсьпи щәм ԝан сәкьнин

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 وقته گو عیسی ژِلَل دِچو و رسولا چاوه خو کُتا بونَ اَسمانی، نِشگادا دو مِر گو جِلِگه سِپی بَر واندا بون لاره وان راوَستان

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 1:10
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Êlyas got: “Te tiştekî zehmet xwest; heke dema ez ji ba te bêm hildan, tu min bibînî tê bistînî, yan na tê nestînî.”


“Dêhna min hê lê bû, Text hatin danîn. Yê Herheyî li cihê xwe rûnişt. Cilên wî wekî berfê spî, Porê serê wî jî wekî hiriya spî bû. Textê wî pêt bi pêt bû, Toqên binê wî wek sotikên êgir bûn.


Li wir, li ber wan dîtina wî hat guhertin. Rûyê wî wek rojê şewq da û cilên wî wek ronahiyê çîlspî bûn.


Dîtina wî wek birûskê bû û cilên wî wek berfê spî bûn.


Çaxê ku ketin hundirê gorê, dîtin ku li aliyê rastê xortekî xiftanê spî wergirtî rûdine. Jin gelek şaş man.


Gava ew ji ber vê yekê hê şaş diman, ji nişkê ve du zilamên ku şewq ji cilên wan diçû li ba wan rawestan.


dît ku du milyaketên cilspî, li cihê ku cesedê Îsa lê hatibû dirêjkirin rûniştine, yek li cihê serê wî û yê din li cihê lingên wî.


Rojekê piştî nîvro, di dora saet sisiyan de wî bi zelalî di dîtiniyekê de dît ku milyaketekî Xwedê hat ba wî û jê re got: «Kornêlyos!»


Hingê Kornêlyos bersîv da û got: «Berî çar rojan, vî çaxî, saet di sisiyan de min li mala xwe dua dikir. Ji nişkê ve zilamekî cilspî li ber min rawesta


Lê di Sardeysê de çend kesên te hene ku wan cilên xwe nelewitandine. Ewê bi min re bi cilên spî bigerin, ji ber ku ew hêja ne.


Min ji wî re got: «Ezbenî, tu dizanî.» Hingê wî ji min re got: «Evên ha ew in ku ji wê tengahiya mezin hatine, xiftanên xwe şuştine û bi xwîna Berx spî kirine.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ