Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




یوحنا 1 2:27 - Kurmanji Încîl

27 Îcar heçî hûn in, ew Ruhê ku Mesîh hûn pê mesh kirine bi we re dimîne û hewcedariya we bi hînkirina tu kesî tune. Çimkî mesha wî, li ser her tiştî çawa hînî we bike, rast e, ne derew e û çawa hînî we kiribe, bi Mesîh re bimînin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

27 Lê çi derheqa weda ye, ew Rʼuhʼê ku we ji Mesîh standîye, nava weda dimîne. Îdî ne hʼewce ye, ku yek we hîn ke, çimkî Rʼuhʼ bona her tiştî we hîn dike û çi ku hîn dike rʼast e, ne derew e. Çawa Ewî hûn hînkirin, nav Mesîhda usa bimînin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

27 Ле чь дәрһәԛа ԝәда йә, әԝ Рʼӧһʼе кӧ ԝә жь Мәсиһ стандийә, нава ԝәда дьминә. Иди нә һʼәԝщә йә, кӧ йәк ԝә һин кә, чьмки Рʼӧһʼ бона һәр тьшти ԝә һин дькә у чь кӧ һин дькә рʼаст ә, нә дәрәԝ ә. Чаԝа Әԝи һун һинкьрьн, нав Мәсиһда ӧса бьминьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 بله راستا وَدا، اَو مسحا گو وَ ژه وی گِرتیَ، ناو وَدا دِمینیت و اون هَوجَیی هِنده نینِن گو چه کَس دَرسه بِدَتَ وَ. بَلگو مسحا وی راستا همو دِشدی دا دَرسه دِدَتَ وَ. اَو مسح حَقَ و دِرَو نینَ. هَ وِسا گو دَرس دایَ وَ، ناو ویدا بِمینِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




یوحنا 1 2:27
28 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Xerab ji edaletê fêm nakin, Lê kesên li Xudan digerin, bi kamilî fêm dikin.


Roja ku Harûn û kurên wî bi kahintî hatin tayînkirin, ji pêşkêşiyên şewitandinê yên ji Xudan re, ev para wan ket.


Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.


Wî li wan vegerand û got: «Zanîna sirên Padîşahiya Ezmanan ji we re hatiye dayîn, lê ji wan re nehatiye dayîn.


Û ezê ji Bav bixwazim û ewê Alîkarekî din bide we, da ku her û her bi we re bimîne.


Ew Ruhê Rastiyê ye; dinya nikare wî qebûl bike, çimkî ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî ew bi we re dimîne û ewê di dilê we de be.


Lê Alîkar – Ruhê Pîroz – yê ku Bav wê bi navê min bişîne, ewê hemû tiştî hînî we bike û wê her tiştên ku min ji we re gotine, bîne bîra we.


Lê dema ku ew Ruhê Rastiyê bê, ewê we ber bi hemû rastiyê ve bibe. Çimkî ew ji ber xwe napeyive, lê tiştên ku bibihîze wê bêje û tiştên ku wê bibin, wê bi we bide zanîn.


Lê kî ji ava ku ez bidimê vexwe, tu caran tî nabe. Belê ew ava ku ezê bidim wî, wê di dilê wî de ji bo jiyana herheyî bibe kaniyeke ava ku diherike.»


Di nivîsarên pêxemberan de hatiye nivîsîn: ‹Hemû wê ji aliyê Xwedê ve hînkirî bin.› Her kesê ku ji Bav dibihîze û hîn dibe, tê ba min.


Îcar me ne ruhê dinyayê, lê belê Ruhê ku ji Xwedê tê stand, da ku em wan tiştên ku Xwedê ji me re kirine diyarî, bizanin.


Em van, ne bi peyvên ku bi şehrezayiya mirovî hatine hînkirin, lê belê bi peyvên ku Ruh hîn kirine dibêjin. Em tiştên ruhanî ji mirovên ruhanî re eşkere dikin.


Yê ku em bi we re di yekîtiya Mesîh de qayîm kirine û em mesh kirine, Xwedê ye.


Bêguman we li ser wî bihîstiye û hûn li gor wî hatine hînkirin, wek ku rastî bi Îsa ye,


Îcar we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kiribe, wisa bi wî re girêdayî rêve herin.


Û ji bo vê yekê jî em bê rawestin şikir ji Xwedê re dikin ku çaxê we ji me peyva Xwedê bihîst, we ew ne wek peyva mirovan, lê wek peyva Xwedê qebûl kir. Bi rastî jî wisa ye, ev jî di nav we, bawermendan de dixebite.


Lê ji bo biraheziyê, hewcedariya we tune ku em ji we re binivîsin, çimkî hûn bi xwe ji aliyê Xwedê ve hatine hînkirin, ku hûn ji hevdû hez bikin.


Û ez ji bo vê yekê peyvbêj û Şandî hatim kifşkirin – ez rast dibêjim, ez derewan nakim – ku ez ji miletan re bûme mamosteyê bawerî û rastiyê.


Hûn ne ji tovê ku xera dibe, lê ji yê ku xera nabe, bi peyva Xwedê ya jîndar û mayîndar ji nû ve çêbûn.


Û niha, zarono, bi wî re bimînin, da ku gava ew xuya bibe, cesareta me hebe û em di hatina wî de, li ber wî şermî nebin.


Yê ku emrên wî tîne cih, bi Xwedê re dimîne û Xwedê jî bi wî re dimîne. Em bi vê yekê dizanin ku ew bi me re dimîne: Bi Ruhê ku daye me.


Çimkî rastî di dilê me de dimîne û wê her û her bi me re be:


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ