Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 8:37 - Peymana Nû (Încîl)

37 Ez zanim ku hûn ji zurʼeta Birahîm in, lê hûn dikin ku Min bikujin, çimkî xeberêd Min dilê weda cî nabin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

37 Ez dizanim ku hûn ji dûndana Birahîm in, lê dîsa jî hûn li kuştina min digerin. Çimkî hûn di dilê xwe de cih nadin peyva min.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

37 Әз заньм кӧ һун жь зӧрʼәта Бьраһим ьн, ле һун дькьн кӧ Мьн бькӧжьн, чьмки хәбәред Мьн дьле ԝәда щи набьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

37 اَز دِزانِم گو اون ژه نَسلا ابراهیمِن؛ بله دیسا ژی اون دوو گُشتِنا مِدانَ، چون گو کلاما مِن چه جی ناو دله وَدا چِنینَ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 8:37
22 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çimkî eva cimeʼta serhʼişk e, bi guha giran dibihên û çʼeʼvêd xwe girtine, wekî bi çʼeʼva nebînin, bi guha nebihên û bi hʼiş feʼm nekin, venegerʼin, ku Ez wan qenc kim›.


Û nav xweda nefikirin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez werʼa dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zarʼa Birahîmrʼa derxe.


Li wir cihûya dîsa kevir hildan, ku Wî bidine ber kevira.


Awa îdî pey wê rʼojêrʼa şêwira kuştina Îsa kirin.


Hûnê çawa bikaribin Min bawer bikin, heger hûn nav hevda rʼûmeta navê xwe digerʼin, lê ew rʼûmeta ku ji Xwedêyê bêşirîkî-bêhevale nagerʼin?


Pey vê yekêrʼa Îsa Celîlêda digerʼîya. Wî nedixwest ku Cihûstanêda bigerʼîya, çimkî cihû pey kʼetibûn ku bikuştana.


Ne Mûsa Qanûn da we? Û ji we tʼu kes jî Qanûnê naqedîne. Hûn çima dixwazin Min bikujin?»


Hingê hineke ji Orşelîmê gotin: «Eva ne ew e, yê ku dixwestin bikuştana?


Wana lê vegerʼand û gotinê: «Em ji zurʼeta Birahîm in û tʼu car me xulamtî kesîrʼa nekirîye. Tu çawa dibêjî: ‹Hûnê aza bin›?»


Çima hûn tiştêd ku Ez dibêjim feʼm nakin? Çimkî hûn nikarin gotinêd Min bibin.


Bavê we Birahîm hʼeyra wê rʼoja Minda bû, wî dît û şa bû».


Hingê wan kevir hildan ku bavêjine Wî, lê Îsa Xwe ji wan vedizî û ji pʼaristgehê derkʼete derva çû.


Bi vê gotinê Ew dicêrʼibandin, wekî nigê wan cî bigire, Wî neheq derxin. Lê Îsa Xwe qûz kir û bi tʼilîya Xwe li ser eʼrdê nivîsî.


Gelî bira, zarʼêd xûn-qinêta Birahîm û necihûyêd nava wedaye ku ji Xwedê ditirsin, merʼa ev xebera ku pê xilaz dibin hate şandinê.


û ne jî hʼemûyêd ji bedena Birahîm bûne zarʼêd wîye heq-hʼelal in, lê hatîye gotinê: «Zurʼeta teyê Îshaqda bê navkirinê».


Lê merivê nexweyî-Rʼuhʼ wan tiştêd Rʼuhʼê Xwedê qebûl nake, bi ya wî ev yekana bêhʼişî ne û nikare jî feʼm bike, çimkî hʼalê wan tişta bi rʼuhʼanî têne eʼnenekirinê.


Ez werʼa dinivîsim xişîmno, çimkî hûn Bavê nas dikin. Ez werʼa dinivîsim, bavno, çimkî hûn Wî nas dikin, Yê ku berê pêşda hebû. Ez werʼa dinivîsim, cahilno, çimkî hûn qewat in û xebera Xwedê nava weda dimîne û ser yê Xirab kʼetine.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ