Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 8:28 - Peymana Nû (Încîl)

28 Hingê Îsa wanrʼa got: «Kʼengê hûn Kurʼê Mêriv bilind kin, hûnê hingê bizanibin ku EZ EW IM û Min qet tʼu tişt xweserîxwe nekirîye, lê Bavê çawa Ez hîn kirime, Ez usa xeber didim.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

28 Îcar Îsa ji wan re got: «Çaxê hûn Kurê Mirov rakin jorê, hingê hûnê bizanin ku Ez Ew im û min qet tu tişt ji ber xwe nekiriye; lê ev tiştên ha wek ku Bav hînî min kirine ez dibêjim.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

28 Һьнге Иса ԝанрʼа гот: «Кʼәнге һун Кӧрʼе Мерьв бьльнд кьн, һуне һьнге бьзаньбьн кӧ ӘЗ ӘԜ ЬМ у Мьн ԛәт тʼӧ тьшт хԝәсәрихԝә нәкьрийә, ле Баве чаԝа Әз һин кьрьмә, Әз ӧса хәбәр дьдьм.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

28 بَجا عیسی گُتَ وان: «وقته گو وَ گوره انسان بِلند گِر، اونه بِزانِن گو اَز اَوِم و اَز بَخودا چه شُله ناگَم، بَلگو هَ وِسا گو بابو فِرَ مِن گِریَ، قِسَ دِگَم.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 8:28
28 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û wê geleka bixalifînin.


Gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û wê geleka bixalifînin.


Ewî got: «Haş ji xwe hebin, ku hûn neyêne xapandinê, çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û: ‹Ew wext nêzîk e›, pey wan neçin.


Ez zanim ku Tu her gav dengê Min dibihêyî, lê Min bona xatirê vê cimeʼta sekinî got, wekî bawer bikin ku Te Ez şandime».


Ez nihava, hê berî qewimandinê van tişta werʼa dibêjim, wekî, gava biqewimin hûn bawer bikin, ku EZ EW IM.


Bona heqî-neheqîyê wê eʼyan ke, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe û îdî hûnê Min nebînin.


Ev yeka bû, ku ew gotina Îsa bê sêrî, ku dabû feʼmkirinê, Ewê çawa bimire.


Li wê derê Ew tʼevî du merivêd din xaç kirin, her yek li kʼêlekekê, Îsa nava wanda bû.


Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, tiştê ku em zanin wê dibêjin, tiştê ku me dîtîye şeʼdetîya wê didin. Lê belê hûn şeʼdetîya me qebûl nakin.


Çawa ku Mûsa berʼîyêda meʼr bilind kir, usa jî gerekê Kurʼê Mêriv bê bilindkirinê,


Îsa jêrʼa got: «EZ EW IM, ku tʼevî te xeber didim».


Lema Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ku Kurʼ nikare xweserîxwe tiştekî bike, ew tʼenê wan tiştêd ku dibîne Bav dike, Ew jî dike. Bav çi dike Kurʼ jî usa dike.


Ez Xwexa nikarim tiştekî bikim. Çawa ku Ez dibihêm, usa jî dîwanê dikim. Dîwankirina Min rʼast e, çimkî Ez ne ku li xwestina Xwe digerʼim, lê xwestina Yê ku Ez şandime.


Çimkî Ez ji eʼzmên hatime xwarê, ne ku xwestina Xwe bikim, lê xwestina Wî, Yê ku Ez şandime.


Bona vê yekê Min werʼa got, ku hûnê nav gunêd xweda bimirin. Heger hûn bawer nekin ku EZ EW IM, hûnê nav gunêd xweda bimirin».


Wana xeberdana Wî feʼm nekir, ku Wî anî ser Bavê.


Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hê berî Birahîm EZ HEME».


Ewêd ku xeberêd wî qebûl kirin, pê avê hatine nixumandinê û wê rʼojê weke sê hʼezara li hev zêde bûn.


Lê gelekêd ku xeber dibihîstin bawer kirin, hʼesabê wan gihîşte pênc hʼezara.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ