Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 6:66 - Peymana Nû (Încîl)

66 Bona vê yekê ji şagirtêd Wî gelek paşda çûn û îdî tʼevî Wî nedigerʼîyan.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

66 Ji ber vê yekê, ji şagirtên wî gelek kes zivirîn û êdî bi wî re nedigeriyan.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

66 Бона ве йәке жь шагьртед Ԝи гәләк пашда чун у иди тʼәви Ԝи нәдьгәрʼийан.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

66 پاشه وِنَ، گَلَک ژه شاگِردِت وی زُوِرین و ایدی دوو ویدا نَچُن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 6:66
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Gava xort ev xeber bihîstin, ber xwe kʼet û çû, çimkî gelek hebûka wî hebû.


Îsa got: «Kʼî ku destê xwe datîne ser kʼotanê û li pişt xweva dinihêrʼe, ew ne hêjayî Pʼadşatîya Xwedê ye».


Îsa û şagirtêd Wî jî bona deʼwatê hatibûne tʼeglîfkirinê.


Ji şagirtêd Wî geleka gava ev xeber bihîstin, gotin: «Ev çi xeberne giran in! Kʼî dikare guhdarîya gotinêd Wî bike?»


Lê nava weda hinek hene bawer nakin». Îsa hê serê sêrîda zanibû ku kʼî bawer nake û kʼî ye ewî ku wê nemamîya Wî bike.


birêd Wî jêrʼa gotin: «Ji vir rʼabe herʼe Cihûstanê, wekî şagirtêd Te ew kirêd ku Tu dikî bibînin.


Hingê Îsa gote wan cihûya, yêd ku bawerîya xwe Wî anîn: «Heger hûn ser hînkirina Min bimînin, hûnê rʼast şagirtêd Min bin.


Tu zanî ewêd ku qeza Asyayêda bûn pişta xwe dane min, Fûgelo û Hêrmoxênîs jî tʼevî wan.


Dîmas ku dinya hʼiz kir ez hiştim û çû Tʼêsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî Dalmetyayê.


Lê yê ber Min rʼast, wê bi bawerîyê bijî û heger ew paşda vekʼişe, Ez wî begem nakim».


Hinek ji nava me derkʼetin, lê ew ne ji me bûn. Heger ew ji me bûna, wê tʼevî me bimana. Lê ew ji nava me derkʼetin, ku eʼyan be, ew hʼemû ne ji me bûn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ