Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 6:60 - Peymana Nû (Încîl)

60 Ji şagirtêd Wî geleka gava ev xeber bihîstin, gotin: «Ev çi xeberne giran in! Kʼî dikare guhdarîya gotinêd Wî bike?»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

60 Gelek ji şagirtên wî, dema ku ev peyv bihîstin, gotin: «Ev peyv gelek dijwar e! Kî dikare guh bide wê?»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

60 Жь шагьртед Ԝи гәләка гава әв хәбәр бьһистьн, готьн: «Әв чь хәбәрнә гьран ьн! Кʼи дькарә гӧһдарийа готьнед Ԝи бькә?»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

60 وقته گَلَک شاگِرده عیسی اَو قِسَنَ بیهیستِن، گُتن: «اَوَ قِسَیَگه گِرانَ، که دِگاریت اَوه قَبول گَت؟»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 6:60
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Û xwezî li wî, ku ji Min pʼişk nabe».


Îsa û şagirtêd Wî jî bona deʼwatê hatibûne tʼeglîfkirinê.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, wext tê û pêrʼa gihîştîye jî, ku mirîyê dengê Kurʼê Xwedê bibihên û ewêd ku bibihên wê bijîn.


Li ser vê yekê cihû hevrʼa kʼetine deʼwê û gotin: «Eva çawa dikare bedena Xwe bide me ku em bixwin?»


Lê nava weda hinek hene bawer nakin». Îsa hê serê sêrîda zanibû ku kʼî bawer nake û kʼî ye ewî ku wê nemamîya Wî bike.


Bona vê yekê ji şagirtêd Wî gelek paşda çûn û îdî tʼevî Wî nedigerʼîyan.


birêd Wî jêrʼa gotin: «Ji vir rʼabe herʼe Cihûstanê, wekî şagirtêd Te ew kirêd ku Tu dikî bibînin.


Hingê Îsa gote wan cihûya, yêd ku bawerîya xwe Wî anîn: «Heger hûn ser hînkirina Min bimînin, hûnê rʼast şagirtêd Min bin.


Çima hûn tiştêd ku Ez dibêjim feʼm nakin? Çimkî hûn nikarin gotinêd Min bibin.


Bona vê yekê gelek tiştêd meye gotinê hene, lê şirovekirina van zeʼmet e, çimkî guhada hûn giran bûne.


Hʼemû neʼmêd xweda jî ew bona van tişta xeber dide. Wanda çend tişt hene ku zeʼmet têne feʼmkirinê, ku yêd nezane bêbingeh şaş şirovedikin, usa jî nivîsarêd pîroze mayîn û xwexa dibine bayîsê serê xwe.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ