Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 6:54 - Peymana Nû (Încîl)

54 Yê ku bedena Min bixwe û xûna Min vexwe, wê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe û Ezê wî Rʼoja Axretê ji mirinê rʼakim.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

54 Yê ku bedena min dixwe û xwîna min vedixwe, jiyana wî ya herheyî heye û di Roja Dawî de ezê wî rakim.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

54 Йе кӧ бәдәна Мьн бьхԝә у хуна Мьн вәхԝә, ԝе жийина ԝийә һʼәта-һʼәтайе һәбә у Әзе ԝи Рʼожа Ахрәте жь мьрьне рʼакьм.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

54 هَچی کَسه بَدَنه مِن بُخُت و خونا مِن وَخُت، ژیانا اَبَدی هَیَ، و اَزه رُژا قیامَته اَوی ساخ گَم.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 6:54
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lê ewê ku ji wê avê vexwe, ya ku Ez bidimê, ewê tʼu car tʼî nebe. Belê ew ava ku Ezê bidime wî, wê dilê wîda bibe kanîke avê, ku wê bona jîyîna hʼeta-hʼetayê bilq bide».


Bona xwarina pʼûçʼ nexebitin, lê bona wê xwarinê bixebitin, ya ku jîyîna hʼeta-hʼetayêda dimîne, kʼîjanê Kurʼê Mêriv wê bide we, çimkî Bav Xwedê mora Xwe li Wî xistîye».


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku bawer dike jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye.


Çimkî bedena Min xwarina rʼast e û Xûna Min jî vexwarina rʼast e.


Rʼuhʼ jîyînê dide, beden berga tiştekî nagire. Ew xeberêd ku Min werʼa gotin, Rʼuhʼ û jîyîn in.


ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ