Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 6:45 - Peymana Nû (Încîl)

45 Li alîyê nivîsarêd pʼêxemberada hatîye nivîsarê: ‹Hʼemûyê ji alîyê Xwedêda bêne hînkirinê›. Her kesê ku ji Bav bibihê û hîn be wê bê cem Min.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

45 Di nivîsarên pêxemberan de hatiye nivîsîn: ‹Hemû wê ji aliyê Xwedê ve hînkirî bin.› Her kesê ku ji Bav dibihîze û hîn dibe, tê ba min.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

45 Ль алийе ньвисаред пʼехәмбәрада һатийә ньвисаре: ‹Һʼәмуйе жь алийе Хԝәдеда бенә һинкьрьне›. Һәр кәсе кӧ жь Бав бьбьһе у һин бә ԝе бе щәм Мьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

45 نِویسارِت پِیغَمبَرادا هاتیَ گو ”همو دیه ژه خدا دَرسه بِگِرِن.“ بَجا هَچی کَسه ژه بابو بیهیستیَ و فِر بویَ، تِتَ لاره مِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 6:45
24 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek Kurʼ nas nake pêştirî Bavê û kesek Bavê nas nake pêştirî Kurʼ û kʼîjanarʼa ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê.


Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Çawa ku kʼitêba Îşaya Pʼêxemberda hatîye nivîsarê: «Va ye Ezê qasidê Xwe pêşîya Teva bişînim. Ewê bona Te rʼê hazir ke».


çawa Ewî hê berêda bi devê pʼêxemberêd Xweye pîroz gotîye,


Ewî her donzdeh dane alîkî û wanrʼa got: «Bibihên! Em hevraz diçine Orşelîmê û hʼemû tiştêd ku bi destê pʼêxembera bona Kurʼê Mêriv hatine nivîsarê, wê bêne sêrî.


Pezêd Min dengê Min dibihên, Ez jî wan nas dikim û ew pey Min tên.


Ew hʼemûyêd ku Bav dide Min, wê bêne cem Min û her kesê ku bê cem Min, Ez tʼu car berî wî nadim.


Û Wî got: «Bona vê yekê Min werʼa got: Kesek nikare bê cem Min hʼeta ku ew ji alîyê Bavêda jêrʼa nehatibe dayînê».


Haş ji xwe hebin, nebe ev tiştê ku pʼêxembera gotîye bê serê we:


Hingê Xwedê berê Xwe ji wan guhast û hişt ku ew steyrkêd eʼzmên bihʼebînin, çawa kʼitêba pʼêxemberada nivîsar e: ‹Gelo çil salî qurban û hʼedî we berʼîyêda Minrʼa dan, Mala Îsraêl?


wekî Xwedêyê Xudanê me Îsa Mesîh, Bavê xweyîrʼûmet, Rʼuhʼê serwaxtîyê û eʼyantîyê bide we, ku hûn Wî tʼam nas bikin.


Awa ji me hʼemûya, îdî kʼî «gihîştî» ye, gerekê aha bifikire. Lê heger tiştekî din jî dilê weda hebe, ewê yekê jî Xwedê wê ber we veke.


Lê bona hʼizkirina hindava xûşk-birada, tiştekî me tʼune werʼa binivîsin, çimkî hûn xwexa ji Xwedê hîn bûne, ku hev hʼiz bikin.


«Ev e ew peyman, ya ku Ezê tʼevî wan girêdim, pey wan rʼojarʼa, Xudan dibêje. Ezê qanûnêd Xwe bikime dilê wan û hʼişêd wanda wan binivîsim».


Lê çi derheqa weda ye, ew Rʼuhʼê ku we ji Mesîh standîye, nava weda dimîne. Îdî ne hʼewce ye, ku yek we hîn ke, çimkî Rʼuhʼ bona her tiştî we hîn dike û çi ku hîn dike rʼast e, ne derew e. Çawa Ewî hûn hînkirin, nav Mesîhda usa bimînin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ