Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 6:39 - Peymana Nû (Încîl)

39 Xwestina Yê ku Ez şandime ev e, wekî Ez ji hʼemûyêd ku Wî dane Min tʼu kesî unda nekim, lê Rʼoja Axretêda ji mirinê rʼakim.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

39 Daxwaza yê ku ez şandim ev e, ku ez ji hemûyên ku wî dane min yekî winda nekim, lê di Roja Dawî de wî rakim.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

39 Хԝәстьна Йе кӧ Әз шандьмә әв ә, ԝәки Әз жь һʼәмуйед кӧ Ԝи данә Мьн тʼӧ кәси ӧнда нәкьм, ле Рʼожа Ахрәтеда жь мьрьне рʼакьм.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

39 و داخازیا اَوه گو اَز رِگِرِم اَوَیَ گو ژه وان مِرُوه گو اَوی دایَ مِن، چی یگا ژه دَست نَدَم، بَلگو اَوان رُژا قیامَته دا ساخ گَم.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 6:39
29 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ez rʼast werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê welatê Sodom û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.


Usa jî Bavê weyî eʼzmana naxwaze ku ji van biçʼûka yek unda be.


Netirse, kerîyê pêzî biçʼûk! Çimkî li Bavê we xweş hat, ku pʼadşatîyê bide we.


Ewê ku Min tʼexsîr dike û gotinêd Min qebûl nake, yek heye ku wê dîwana wî bike, awa gotî ew gotina ku Min gotîye, ewê Rʼoja Axretê dîwana wî bike.


Gava Ez tʼevî wan bûm, Min ew pê navê Te xwey dikirin, pê wî navê ku Te daye Min, Min xweyîtî li wan kir. Ji wana tʼu kes unda nebû, pêştirî yê mirinêrʼa dayî, wekî nivîsar bê sêrî.


Te hʼukumê li ser tʼemamîya merivayê da Wî, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bide hʼemûyêd ku Te dane Wî.


Ya Bavo, Ez dixwazim wekî yêd ku Te dane Min, Ez li kʼu bim, ew jî tʼevî Min bin, wekî ew rʼûmeta ku Te daye Min bibînin, çimkî hê berî eʼfirandina dinyayê Te Ez hʼiz kirime.


Min Tu wan merivava eʼyan kirî, yêd ku Te ji dinyayê dane Min. Ew yêd Te bûn, Te ew dane Min û wana gotina Te xwey kir.


Ez bona wan hîvî dikim. Ne ku bona dinyayê hîvî dikim, lê bona yêd ku Te dane Min, çimkî ew yêd Te ne.


Ev yek bû wekî ew xebera wîye ku berê gotibû rʼast derê: «Ewêd ku Te dane Min, Min ji wan tʼu kes unda nekir».


Li vê yekê eʼcêbmayî nemînin, çimkî wext nêzîk dibe, ku hʼemûyêd tʼirbada wê dengê Wî bibihên


Ew hʼemûyêd ku Bav dide Min, wê bêne cem Min û her kesê ku bê cem Min, Ez tʼu car berî wî nadim.


Çimkî xwestina Bavê Min ev e, wekî her kesê ku Kurʼ bibîne û bawerîya xwe Wî bîne, jîyîna Wîye hʼeta-hʼetayê hebe. Û Rʼoja Axretêda jî Ezê wî ji mirinê rʼakim».


Tʼu kes nikare bê cem Min, hʼeta Bavê ku Ez şandime, wî berbi Min nekʼişîne. Û Rʼoja Axretê Ezê wî ji mirinê rʼakim.


Yê ku bedena Min bixwe û xûna Min vexwe, wê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe û Ezê wî Rʼoja Axretê ji mirinê rʼakim.


Û heger ew Rʼuhʼê ku Îsa ji mirinê rʼakir nava weda dijî, ku usa ye Ewê Mesîh ji mirinê rʼakir, wê bi wî Rʼuhʼê Xweyî nava weda, jîyînê bide qalibê weyî pʼûçʼî-mirî jî.


Û Xwedêyê ku Xudan ji mirinê rʼakir, wê me jî ji mirinê rʼake bi qewata Xwe.


Lê belê hʼîmê ku Xwedê danî qedîm dimîne û ev mor ser e: «Xudan yêd pʼara Xwe nas dike» û «Her kesêd ku navê Xudan hildane ser xwe, bira ew ji neheqîyê dûr bin».


Û duayê bi bawerîyê wê yê nexweş qenc ke û Xudan wê wî rʼake ser pʼîya. Û heger gunek jî kiribe, wê wî bê baxşandinê.


Û qewata Xwedê pê bawerîya we, we xwey dike, bona wê xilazbûna hazirkirî, ya ku axirîya zemênda wê xuya be.


Ji Cihûdayê xulamê Îsa Mesîh, birayê Aqûb, werʼa, yêd ku gazîkirî ne, ji Bav Xwedêda hʼizkirî û xweykirîyêd Îsa Mesîh in:


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ