Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 5:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

24 «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku guhê xwe dide gotinên min û ji yê ku ez şandime bawer dike, jiyana wî ya herheyî heye; ew nayê dîwankirin, lê ew ji mirinê gihîştiye jiyanê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

24 Әз рʼаст бе хельф ԝәрʼа дьбежьм: Һәр кәсе кӧ гӧһ бьдә готьнед Мьн у Ԝи баԝәр бькә, Йе кӧ Әз шандьмә, жийина ԝийә һʼәта-һʼәтайе һәйә. Диԝана ԝи найе кьрьне, ле әԝ жь мьрьне дәрбази жийине буйә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 بَراستی، بَراستی، اَز بُ وَ دِبِژِم، هَچی کَسه قِسه مِن بِبیهیسیت و ایمانه بینیتَ اَوه گو اَز رِگِرِمَ، ژیانا اَبَدی هَیَ. اَو نایِت قضاوت گِرِن، چون گو اَو ژه مِرِنه چویَ بُ ژیانه.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 5:24
28 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Û evê herʼine cefê hʼeta-hʼetayê, lê yêd rʼast wê herʼine jîyîna hʼeta-hʼetayê».


Ewê ku bawer bike û bê nixumandinê wê xilaz be, lê ewê ku bawer neke dîwana wî wê bibe.


Û ewê ku dijî û bawerîya xwe Min tîne, ew qet namire. Tu vê yekê bawer dikî?»


Hingê Îsa bi dengekî bilind got: «Ewê ku bawerîya xwe Min tîne, ew bawerîya xwe Min nayne, lê Yê ku Ez şandime.


Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


Çimkî Xwedê usa dinya hʼiz kir, ku Kurʼê Xweyî tayê tʼenê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe.


Yê ku bawerîya xwe Wî bîne, dîwana wî nabe, lê ewê ku bawerayî xwe Wî nayne, îdî dîwana wî bûye jî, çimkî ewî bawerîya xwe navê Kurʼê Xwedêyî tayê tʼenê neanî.


Ewê ku bawerîya xwe Kurʼ tîne, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Ewê ku gurʼa Kurʼ nake, ew jîyînê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne».


Yê ku didirû heqê xwe distîne û bona jîyîna hʼeta-hʼetayê ber tʼop dike, wekî yê diçîne û yê didirû bi hevrʼa şa bin.


Çimkî xwestina Bavê Min ev e, wekî her kesê ku Kurʼ bibîne û bawerîya xwe Wî bîne, jîyîna Wîye hʼeta-hʼetayê hebe. Û Rʼoja Axretêda jî Ezê wî ji mirinê rʼakim».


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku bawer dike jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye.


Lê ev e ew nanê ku ji eʼzmên hatîye xwarê, wekî her kesê ku jê bixwe nemire.


Ez im nanê jîyînê ku ji eʼzmên hatime xwarê. Kʼî ku ji Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî. Ew nanê ku Ezê bona jîyîna dinyayê bidim, ew bedena Min e».


Ev e Ew nanê ku ji eʼzmên hatîye xwarê. Ev ne mîna wî manayî ye, ku kal û bavêd we xwarin, lê mirin. Ewê ku Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî».


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, heger yek gotina Min xwey ke, ew tʼu car mirinê nabîne».


Niha îdî dîwana wan nabe, yêd ku tʼevî Mesîh Îsa bûne yek.


Xwedê em bona xezebê kʼifş nekirine, lê wekî xilazbûnê bistînin, bi destê Xudanê me Îsa Mesîh.


Bi Wî we bawerîya xwe Wî Xwedêyî anî, Yê ku Ew ji nava mirîya rʼakir û rʼûmet da Wî, lema bawerî û gumana we ser Xwedê ye.


Û qewata Xwedê pê bawerîya we, we xwey dike, bona wê xilazbûna hazirkirî, ya ku axirîya zemênda wê xuya be.


Em zanin ku em ji mirinê derbazî jîyînê bûne, çimkî em xûşk-birayêd xwe hʼiz dikin. Ewê ku hʼiz nake, ew nava mirinêda dimîne.


Her kesê ku bawer dike, Îsa, Mesîh e, ew ji Xwedê bûye û her kesê ku Bavê hʼiz dike, ew zarʼa Wî jî hʼiz dike.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ