Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 5:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Çimkî Bav Kurʼ hʼiz dike û her tiştêd ku Xwexa dike nîşanî Wî dike. Ewê hê tiştêd mezin nîşanî Wî bike û hûnê eʼcêbmayî bimînin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

20 Çimkî Bav ji Kur hez dike û hemû tiştên ku dike nîşanî wî dide. Ewê tiştên hê mezintir nîşanî wî bide wisa ku hûn lê şaş bimînin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

20 Чьмки Бав Кӧрʼ һʼьз дькә у һәр тьштед кӧ Хԝәха дькә нишани Ԝи дькә. Әԝе һе тьштед мәзьн нишани Ԝи бькә у һуне әʼщебмайи бьминьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 چون گو بابو، هَژَ گور دِگَت و تواوی شُله گو دِگَت نیشا وی دِدَت و شُلِت وِنَ مَزِنتِر ژی دیه نیشا وی بِدَت گو اون صِفَت گِرتی بِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 5:20
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek Kurʼ nas nake pêştirî Bavê û kesek Bavê nas nake pêştirî Kurʼ û kʼîjanarʼa ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê.


Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Û va dengek ji eʼzmana hat: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku ez ji Wî rʼazî me».


Hingê mîrêcin Ew bir rʼakire ser çʼîyakî gelekî bilind û hʼemû pʼadşatîyêd dinyayê, rʼewşa wanva nîşanî Wî dan


Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek nizane Kurʼ kʼî ye, pêştirî Bavê û kesek nizane Bav kʼî ye, pêştirî Kurʼ û yêd ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê».


Tʼu kesî tʼu car Xwedê nedîtîye, lê Yê Tayê Tʼenêyî ku xût Xwedê ye û hʼemêza Bavêda ye, Ewî Ew da eʼyankirinê.


Îsa wanrʼa got: «Min ji Bavê gelek kirêd qenc nîşanî we kirin. Hûn bona kʼîjan kirî Min didine ber kevira?»


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku bawerîya xwe Min bîne, ew kirêd ku Ez dikim, ewê xwexa jî bike. Û ji van kira mestir jî wê bike, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe.


Ji vir şûnda Ez we ‹xulam› hʼesab nakim, çimkî xulam haş pê tʼune ku axayê wî çi dike. Min hûn dost hʼesab kirin, çimkî her tiştêd ku Min ji Bavê Xwe bihîstin weva dane eʼyankirinê.


Min Tu wanva dayî eʼyankirinê û Ezê hê bidime eʼyankirinê, wekî ew hʼizkirina ku Te Ez pê hʼiz kirime nava wanda be û Ez jî nava wanda bim».


Bav Kurʼ hʼiz dike û her tişt daye destê Wî.


Çawa ku Bav dikare mirîya sax ke û jîyînê bide wan, usa jî Kurʼ dikare kʼîjana Ew dixwaze, jîyînê bide wan.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, wext tê û pêrʼa gihîştîye jî, ku mirîyê dengê Kurʼê Xwedê bibihên û ewêd ku bibihên wê bijîn.


û derkʼevin. Yêd ku qencî kirine wê bona jîyînê rʼabin, yêd ku xirabî kirine bona dîwanê.


Ewî ji Bav Xwedê rʼûmet û hurmet stand, gava ji wê Rʼûmeta Qeşeng deng hat û got: «Ew e Kurʼê Minî delal, ji kʼîjanî Ez rʼazî me».


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ