Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 3:35 - Peymana Nû (Încîl)

35 Bav Kurʼ hʼiz dike û her tişt daye destê Wî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

35 Bav ji Kur hez dike û her tişt daye destê wî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

35 Бав Кӧрʼ һʼьз дькә у һәр тьшт дайә дәсте Ԝи.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 باب، هَژَ گوری دِگَت و همو دِشد سِپاردیَ دَسته وی.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 3:35
25 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek Kurʼ nas nake pêştirî Bavê û kesek Bavê nas nake pêştirî Kurʼ û kʼîjanarʼa ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê.


Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê.


Û va dengek ji eʼzmana hat: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku ez ji Wî rʼazî me».


Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek nizane Kurʼ kʼî ye, pêştirî Bavê û kesek nizane Bav kʼî ye, pêştirî Kurʼ û yêd ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê».


Îsa zanibû ku Bavê her tişt daye destê Wî, Ew ji cem Xwedê hatîye û wê dîsa vegerʼe cem Xwedê.


Bav çawa Min hʼiz dike, Ez jî usa we hʼiz dikim. Hʼizkirina Minda bimînin.


Te hʼukumê li ser tʼemamîya merivayê da Wî, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bide hʼemûyêd ku Te dane Wî.


Ez nava wanda, Tu jî nava Minda, wekî ew tʼifaqêda lap gihîştî bin û dinya bizanibe ku Te Ez şandim û usa wan hʼiz dikî, çawa Min hʼiz dikî.


Min Tu wanva dayî eʼyankirinê û Ezê hê bidime eʼyankirinê, wekî ew hʼizkirina ku Te Ez pê hʼiz kirime nava wanda be û Ez jî nava wanda bim».


Çimkî Bav Kurʼ hʼiz dike û her tiştêd ku Xwexa dike nîşanî Wî dike. Ewê hê tiştêd mezin nîşanî Wî bike û hûnê eʼcêbmayî bimînin.


Serda jî Bav dîwana tʼu kesî nake, lê hʼemû hʼukumê dîwankirinê daye Kurʼ,


çimkî nivîsar dibêje: «Xwedê her tişt binê pʼîyada êlimî Wî kir». Lê gava tê gotinê «her tişt» êlimî Wî kir, feʼmdarî ye, pêştirî Wî Xwedêyî, Yê ku her tişt êlimî Wî kir.


Û Xwedê her tişt kire bin pʼîyêd Wî û Ew bona civînê kʼifş kir çawa serwêrê her tiştî.


lê van rʼojêd axirîyêda pê Kurʼê Xwe merʼa xeber da, Kʼîjan ku kʼifş kir, wekî axirîyê bibe xweyîwarê her tiştî û bi Wî jî eʼrd û eʼzman eʼfirand.


Yê ku çûye eʼzmên, li milê Xwedêyî rʼastê ye û milyakʼet, hʼukumet û qudretêd rʼuhʼanî bin gurʼa Wîda ne.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ