Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 3:31 - Peymana Nû (Încîl)

31 Ewê ku ji jor hatîye, Ew ser hʼemûyarʼa ye. Ewê ku ji vê dinê ye, ew yê vê dinê ye û ew ji vê dinê xeber dide. Lê Ewê ku ji eʼzmên hatîye, Ew ser hʼemûyarʼa ye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

31 «Yê ku ji jorê hatiye di ser hemûyan re ye. Yê ku ji erdê ye, ji erdê dipeyive; lê yê ku ji ezmên hatiye, di ser hemûyan re ye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

31 Әԝе кӧ жь жор һатийә, Әԝ сәр һʼәмуйарʼа йә. Әԝе кӧ жь ве дьне йә, әԝ йе ве дьне йә у әԝ жь ве дьне хәбәр дьдә. Ле Әԝе кӧ жь әʼзмен һатийә, Әԝ сәр һʼәмуйарʼа йә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 «اَوه گو ژه آلیه سَری تِت، سَرتِر ژه همو کَسه یَ. اَوه گو ژه عَردیَ، یه عَردیَ و ژه دِشده دُنیایی قِسَ دِگَت. اَوه گو ژه اَسمانی تِت، سَرتِر ژه همو کَسه یَ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 3:31
22 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê.


Yûhʼenna bona Wî şeʼdetî da û bi dengekî bilind got: «Eva ye, bona Kʼîjanî min gotibû: ‹Ewê ku pey min tê Ew ser minrʼa ye, çimkî Ew berî min hebû›».


Ew e, Yê ku pey min tê, ku ez ne hêja me, wekî benê çarixêd Wî jî vekim».


Ev e bona Kʼîjanî min gotibû: ‹Pey minrʼa Yekê bê, ku ser minrʼa ye, çimkî Ew berî min hebû›.


Çimkî ew nanê Xwedê dide ew e, ku ji eʼzmên tê xwarê û jîyînê dide dinyayê».


Ez im nanê jîyînê ku ji eʼzmên hatime xwarê. Kʼî ku ji Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî. Ew nanê ku Ezê bona jîyîna dinyayê bidim, ew bedena Min e».


Îsa wanrʼa got: «Hûn ji jêrê ne, Ez ji jorê me, hûn ji vê dinyayê ne, lê Ez ne ji vê dinyayê me.


Hûn îdî rʼind zanin ku Xwedê eva xebera zarʼêd Îsraêlrʼa şand, bi Îsa Mesîh Mizgînîya eʼdilayîyê da, Yê ku Xudanê hʼemûya ye.


Kal-bav jî ji wan in û Mesîh jî alîyê xûn û goştda ji nav wan hat, ku ser hʼemûyarʼa Xwedêyê hʼeta-hʼetayêyî hêjayî şikirîyê ye. Amîn.


Rʼast e qeyde-qanûnêd hʼebandina peymana pêşin jî hebûn û pîrozgeha vê dinyayê jî.


Yê ku çûye eʼzmên, li milê Xwedêyî rʼastê ye û milyakʼet, hʼukumet û qudretêd rʼuhʼanî bin gurʼa Wîda ne.


Ew ji dinyayê ne, lema ew ji dinyayê xeber didin û dinya guhdarîya wan dike.


Li ser kʼinca Wî, ser hêta Wî navek nivîsar bû: PʼADŞÊ PʼADŞA Û XUDANÊ XUDANA.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ