Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 21:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Îsa cara sisêya ji Petrûs pirsî: «Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tu Min hʼiz dikî?» Hingê dilê Petrûs êşîya ku Wî sê cara wîrʼa got: «Tu Min hʼiz dikî?» û got: «Xudan, Tu her tiştî zanî, Tu zanî ku ez Te hʼiz dikim». Îsa wîrʼa got: «Pezêd Min biçʼêrîne.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

17 Îsa cara sisiyan ji Petrûs pirsî: «Ey Şimûnê kurê Yûhenna, ma tu ji min hez dikî?» Li ser pirsîna Îsa ya cara sisiyan «Ma tu ji min hez dikî?» kederê Petrûs girt û got: «Ya Xudan, tu her tiştî dizanî; tu dizanî ku ez ji te hez dikim.» Îsa ji wî re got: «Miyên min biçêrîne.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

17 Иса щара сьсейа жь Пәтрус пьрси: «Шьмһʼуне кӧрʼе Йуһʼәнна, тӧ Мьн һʼьз дьки?» Һьнге дьле Пәтрус ешийа кӧ Ԝи се щара ԝирʼа гот: «Тӧ Мьн һʼьз дьки?» у гот: «Хӧдан, Тӧ һәр тьшти зани, Тӧ зани кӧ әз Тә һʼьз дькьм». Иса ԝирʼа гот: «Пәзед Мьн бьчʼеринә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 جارا سِیه عیسی گُتَ پِطرُس: «شَمعون، گوره یونا، تِ هَژَ مِن دِگَی؟» پِطرُس بَر خاطره هِنده گو عیسی سه جارا وی پیسیار گِره بو گو، «تِ هَژَ مِن دِگَی؟» نَرِحَت بو و گُتَ عیسی: «آغایه مِن، تِ همو دِشدی دِزانی؛ تِ دِزانی گو اَز هَژَ تَ دِگَم.» عیسی گُت: «پَزه مِن بِچَرینَ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 21:17
40 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.


Pêrʼa-pêrʼa dîk cara duda bang da. Û Petrûs ew gotina Îsa ku wîrʼa gotibû anî bîra xwe: «Berî ku dîk du cara bang de, tê sê cara Min înkʼar kî». Li ser vê yekê destpêkir girîya.


Feqîrê her gav tʼevî we bin, lê Ezê her gav tʼevî we nîbim».


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Tê eʼmirê xwe bona Min bidî? Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, hê berî bangdana dîk tê sê cara Min înkʼar kî.


Heger hûn Min hʼiz dikin, hûnê tʼemîyêd Min xwey kin.


Heger hûn tʼemîyêd Min xwey kin, hûnê hʼizkirina Minda bimînin, çawa ku Min tʼemîyêd Bavê Xwe xwey kirin û hʼizkirina Wîda dimînim.


Niha em feʼm dikin, ku Tu her tiştî zanî û ne hʼewce ye ku ji Te bipirsin, Tu pêşda cabê didî. Bona vê yekê em bawer dikin, ku Tu ji cem Xwedê hatîyî».


Hingê Petrûs dîsa înkʼar kir û wê demê dîk bang da.


Îsa her tişt zanibû ku wê çi bê serê Wî, pêşda çû û wanrʼa got: «Hûn li kʼê digerʼin?»


Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, gava ku tu xort bûyî, te xwexa qayîşa xwe girêdida û kʼuda te dixwest diçûyî. Lê gava ku tu kal bî, tê destêd xwe bilind kî û yekî dinê pişta te girêde û te bibe wî cîyê ku tu naxwazî herʼêyî».


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Herʼe gazî mêrê xwe ke û were vira».


Dua kirin û gotin: «Xudan, Tu ku dilê her kesî zanî, ji van her duya kʼîjanî ku Tu dibijêrî bide kʼifşê,


Eva yeka sê cara qewimî û her tişt paşda eʼzmênva hate kʼişandinê.


Xwedêyê ku dila zane da îzbatkirinê, ku necihû jî Wîva qebûl in, gava Rʼuhʼê Pîroz da wan jî, çawa da me.


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Û Rʼuhʼê Xwedêyî Pîroz neêşînin, bi Kʼîjanî hûn bona Rʼoja Azayîyê hatine morkirinê.


Hûn bi wê şa dibin, rʼast e niha jî usa diqewime ku hûn hinekî meʼdekirî ne, ji dest cûrʼe-cûrʼe cêrʼibandina.


Delalno, eva îdî neʼma duda ye ez werʼa dinivîsim. Ez bi van neʼma dikim ku fikira weye safî hʼişyar kim, bînime bîra we.


Ezê zarʼêd wê xim, bikujim û hʼemû civînê bizanibin ku Ez im, Yê dil û nêta eʼnene dike. Ezê li anegorî kirinêd we her yekî bidime we.


Ez kʼîjana hʼiz dikim li wan hiltêm û wan şîret dikim. Bona vê yekê xîret ke û ji gunekirinê vegerʼe!


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ