Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 20:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Xût wê êvarê, rʼoja yekşemê, gava şagirt civîyayî bûn, ji tirsa cihûya jî derî li ser wan dadayî bûn, hingê Îsa hat nava wanda sekinî û wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

19 Wê êvara roja pêşî ya heftiyê, gava şagirt ji tirsa Cihûyan di pişt deriyên girtî de civiyabûn, Îsa hat, di nav wan de sekinî û ji wan re got: «Silamet li ser we be.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

19 Хут ԝе еваре, рʼожа йәкшәме, гава шагьрт щьвийайи бун, жь тьрса щьһуйа жи дәри ль сәр ԝан дадайи бун, һьнге Иса һат нава ԝанда сәкьни у ԝанрʼа гот: «Әʼдьлайи ԝәрʼа».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 هَمَن وه رُژه اِواره، گو یِکِمین رُژا هَفتیه بو، وقته گو شاگِرد دُرا یِگودو بون و ژه تِرسا یهودیادا دَر دارخِسته بون، عیسی هات و ناو واندا راوَستا و گُت: «سِلاو سَر وَ بیت!»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 20:19
27 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Û heger ew mal hêja ye, bira silava we li ser wê be, lê heger ne hêja ye, bira silava we li we vegerʼe.


Çimkî kʼîderê du yan sê meriv bi navê Min bicivin, Ez li wir nava wanda me».


Pey vê yekêrʼa Îsa Xwe nîşanî yanzdeha kir, gava ew li ser sifrê rʼûniştibûn. Ewî li wan hilat bona nebawerî û serhʼişkîya wan, çimkî wana yêd ku Ew ji mirinê rʼabûyî dîtibûn bawer nekirin.


Ez eʼdilayîyê werʼa dihêlim, wê eʼdilayîya Xwe didime we. Ez usa nadim çawa ku dinya dide we. Bira dilê we neqilqile û netirsin!


Rʼast e hûn jî niha ber xwe dikʼevin, lê Ezê we dîsa bibînim û dilê weyê bi eşq û şabûnêva tʼijî be û tʼu kesê wê şabûnê ji we nestîne.


Min ev yekana werʼa gotin, wekî pê Min hûn xweyê eʼdilayîyê bin. Hûnê dinyayêda tengasîyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê Xwe».


Paşê Îsa dîsa wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa. Çawa ku Bavê Ez şandim, usa jî Ez we dişînim».


Pey hʼeyşt rʼojarʼa, şagirtêd Îsa dîsa malda bûn û Tʼûma jî tʼevî wan bû. Derî dadayî bûn, lê Îsa hat, nava wanda sekinî û got: «Eʼdilayî werʼa».


Pey vê yekêrʼa Îsa dîsa Xwe li devê gola Teberîyayê nîşanî şagirtêd Xwe kir. Ew bi vî awayî qewimî:


Eva îdî cara sisîya bû ku Îsa pey mirin-rʼabûna Xwerʼa şagirtêd Xweva xuya bû.


Lê ji tirsa cihûya, kesî newêribû aşkere bona Wî tiştek bigota.


Pey wan cefayêd Xwerʼa Ewî gelek cara Xwe nîşanî wan dida, rʼast dida îzbatkirinê ku Ew sax e. Navbera çil rʼojîda wanva xuya dibû û derheqa Pʼadşatîya Xwedêda wanarʼa xeber dida.


De bira Xwedêyê eʼdilayîyê tʼevî we hʼemûya be. Amîn.


Petrûsva xuya bû, peyrʼa her donzdeh şandîyava.


Çimkî Ew e eʼdilayîya me, ku her du, cihû û necihû kirine yek. Ewî dîwarê navbirʼîyê, awa gotî dijminatî bi bedena Xwe xirab kir


De bira eʼdilayî û hʼizkirin bawerîyêva tʼevayî ji Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh li xûşk-bira be.


De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.


De bira Xudanê eʼdilayîyê xwexa, her gav, her alîyîva eʼdilayîyê bide we. Xudan tʼevî we hʼemûya be.


Birahîm jî ji hʼemû tʼalanê xwe dehek da wî. (Pêşîyê navê Melkʼî-Sadiq şirovedibe: «Pʼadşê Heqîyê» û alîkî dinva jî ew «Pʼadşê Şelîmê» bû, awa gotî navê wî tê feʼmkirinê «Pʼadşê Eʼdilayîyê».)


Çimkî ez bi wê gumanê me, ku ezê zûtirekê te bibînim û emê rʼû bi rʼû xeber din.


Ji Yûhʼenna, her hʼeft civînarʼa, yêd ku qeza Asyayêda ne: Kʼerem û eʼdilayîya Wî li we be, Yê ku heye, Yê ku hebû, Yê ku wê bê û ji her hʼeft rʼuhʼêd ku li ber tʼextê Wî ne,


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ