Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 16:33 - Peymana Nû (Încîl)

33 Min ev yekana werʼa gotin, wekî pê Min hûn xweyê eʼdilayîyê bin. Hûnê dinyayêda tengasîyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê Xwe».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

33 Min ev tişt ji we re gotin, da ku hûn bi min re di aştiyê de bin. Hûnê li dinyayê tengahiyê bibînin, lê bi zirav bin! Ez li hember dinyayê bi ser ketim.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

33 Мьн әв йәкана ԝәрʼа готьн, ԝәки пе Мьн һун хԝәйе әʼдьлайийе бьн. Һуне дьнйайеда тәнгасийе бьбиньн, ле мерхас бьн! Мьн дьнйа кьрә бьндәсте Хԝә».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

33 مِن اَونَ گُتنَ وَ گو وَ ناو مِدا آشتی و سِلامتی هَبیت. وه دُنیایه دا بَلا دیه سَره وَدا بِن. بله دله وَ قُرص بیت، چون گو اَز سَر دُنیایه مسلط بومَ.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 16:33
46 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wê derê şilûşeʼtek nivînêda pʼaldayî anîne cem. Gava Îsa bawerîya wan dît, gote yê şilûşeʼt: «Lawo, ser xwe be! Gunêd te hatine baxşandinê».


û digotin: «Bimbarek e ew Pʼadşayê ku bi navê Xudan tê! Eʼdilayî li eʼzmên û şikirî li Yê Herî Jorin!»


«Şikir Xwedêyê Herî Jorinrʼa, eʼdilayî ser dinê wan merivarʼa, ji kʼîjana Xwedê rʼazî ye».


Niha ye wextê dîwana vê dinyayê, niha serwêrê vê dinyayê wê bê avîtinê derva.


Bira dilê we neqilqile. Bawerîya xwe Xwedê bînin û bawerîya xwe Min jî bînin.


Ez eʼdilayîyê werʼa dihêlim, wê eʼdilayîya Xwe didime we. Ez usa nadim çawa ku dinya dide we. Bira dilê we neqilqile û netirsin!


Bona dîwana Xwedê wê eʼyan ke, çimkî dîwana serwêrê vê dinyayê bûye.


Dilê şagirta dişidandin û dil didane wan, ku bawerîyêda bimînin û digotin: «Gerekê em bi gelek cefakʼişandinê bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê».


Şevtira din Xudan li ber wî sekinî û gotê: «Serxwe be, te çawa şeʼdetîya Min Orşelîmêda da, usa jî gerekê Rʼomêda şeʼdetîyê bidî».


Niha jî ez hîvî dikim, ku hûn dil bidine ber xwe, çimkî pêştirî gemîyê zîyanê li me tʼu kesî nebe.


Niha dil bidine ber xwe eʼvdno, çimkî ez Xwedêda bawer im, ku çawa minrʼa hate gotinê, wê usa jî bibe.


Awa civîn li tʼemamîya Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê demekê eʼdilayîyêda bû, rʼuhʼanîyêda ava dibû, bi xofa Xudan û bi dildayîna Rʼuhʼê Pîroz pêşda diçû, bawermend zêde dibûn.


Şikir Xwedêyê Bavê Xudanê me Îsa Mesîhrʼa, Bavê dilşewatîyê û Xwedêyê hʼemû berdilîyê.


Heyneser xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey eʼdilayîyê bin û Xwedêyê hʼizkirinê û eʼdilayîyê wê tʼevî we be.


Lê şikir ji Xwedê, ku tʼimê me pʼêga kʼoma Mesîhe serkʼetinêda pêşda dibe û bîna naskirina xwe bi me her dera bela dike.


Lê ev xizne nava me derdanêd hʼerʼîda heye, wekî bê kʼifşê ku zorayîya qewatê ji Xwedê ye, ne ku ji me.


Lê her tiştîda em xwe bi sebira xweye mezin didine kʼifşê, çawa qulixkʼarêd Xwedê: Teʼlî-tengîyada, hêsîrî-belengazîya û derd-kulada,


Ez gelekî weda guman im, gelekî pê we firʼnaq dibim! Nava hʼemû teʼlî-tengîyêd meda berdilîya we ji serê min zêdetir e û şabûnêda kʼim-kʼimî me.


Yê ku canîya Xwe anegorî eʼmirê Bavê me Xwedê ji ber gunêd meva da, wekî me ji vî zemanê nihayî xirab xilaz ke.


Lê ji min nakʼeve ku ez bi tiştekî din bifirʼim, pêştirî bi xaçê Xudanê me Îsa Mesîh, bi kʼîjanî dinya bona min xaçbûyî ye, ez jî bona dinyayê.


Û eʼdilayîya Xwedê ku ji her hʼiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektîya Mesîh Îsada xwey ke.


û bi Wî her tiştî tʼevî Xwe li hev bîne, heger li ser eʼrdê be, yan jî li eʼzmana be, bi wê xûna Wîye ser xaçê rʼijîyayî eʼdilayîyê bike.


Belê gava em cem we bûn, me hê hingêda werʼa digot, ku emê rʼastî tengasîya bên û usa jî bû, çawa hûn zanin.


Awa xûşk-birano, nava hʼemû teʼlî û tengîyêd meda bi eşqî wê bawerîya we bîn hate ber me,


De bira Xudanê eʼdilayîyê xwexa, her gav, her alîyîva eʼdilayîyê bide we. Xudan tʼevî we hʼemûya be.


Belê her kesê ku dixwaze yektîya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê


Ew fikirî, ku hê qenc e tʼevî cimeʼta Xwedê biçerçire, ne ku wextekî kin nava kʼêfa gunada derbaz ke.


Birahîm jî ji hʼemû tʼalanê xwe dehek da wî. (Pêşîyê navê Melkʼî-Sadiq şirovedibe: «Pʼadşê Heqîyê» û alîkî dinva jî ew «Pʼadşê Şelîmê» bû, awa gotî navê wî tê feʼmkirinê «Pʼadşê Eʼdilayîyê».)


Bawerîyêda hʼîmgirtî miqabilî wî bisekinin, çimkî hûn zanin ku xûşk-birêd we jî tʼemamîya dinyayêda xût wan cefa dikʼişînin.


Ez werʼa dinivîsim, bavno, çimkî hûn Wî nas dikin, Yê ku berê pêşda heye. Ez werʼa dinivîsim, cahilno, çimkî hûn ser yê Xirab kʼetin.


Hûn ji Xwedê ne, zarʼokno û hûn ser pʼêxemberêd derew kʼetine, çimkî Ew Rʼuhʼê nava weda ji wî rʼuhʼê ku nava dinyayêda ye mestir e.


çimkî her kesê ku ji Xwedê bûye, dinyayê bindest dike. Û bi vî awayî em dinyayê bindest dikin, awa gotî bi bawerîya xwe.


Ewana pê xûna Berx û xebera şeʼdetîya xwe ser wî kʼetin, eʼmirê xwe hʼeta mirinê hʼiz nekirin.


Ewê ku serkʼeve, Ezê destûrê bidimê ku tʼevî Min ser tʼextê Min rʼûnê, çawa ku Ez serkʼetim û tʼevî Bavê Xwe ser tʼextê Wî rʼûniştim.


Min wîrʼa got: «Ez xulam, ez nizanim, tu zanî». Hingê ewî minrʼa got: «Evana ew in, yêd ku ji wê tengasîya mezin hatine, çuxêd xwe pê xûna wî Berxî şûştine, çîl-qerqaş kirine.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ