Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yûhenna 15:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 Heger Min nav wanda nekirana, ew kirêd ku tʼu kesî nekirine, gunêd wanê tʼunebûna. Lê niha dîtin, hin jenîyane Min, hin jî Bavê Min.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

24 Karên ku tu kesî nekirine, eger min di nav wan de nekiribana, wê gunehên wan tunebûya. Lê niha wan dît û dîsa hem ji min hem jî ji Bavê min nefret kirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

24 Һәгәр Мьн нав ԝанда нәкьрана, әԝ кьред кӧ тʼӧ кәси нәкьрьнә, гӧнед ԝане тʼӧнәбуна. Ле ньһа дитьн, һьн жәнийанә Мьн, һьн жи Баве Мьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 هَگو مِن ناو واندا چه شُل نَگِره با گو خِنجی مِن چه کَسه اَو شُل نَگِرِنَ، اَوان چه گُنَه چِنَبون؛ بله نَهَ بِ وه حالی گو اَوان اَو شُلَنَ دیتِنَ، هم نَفرَته مِن دِگَن هم بابه مِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yûhenna 15:24
36 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê.


Çimkî Yûhʼenna hat ku rʼîya rʼastîyê nîşanî we ke, we ew bawer nekir, lê xercgir û çʼeʼvdera ew bawer kirin. We ev tişt dît jî, lê dîsa hûn li xwe mukurʼ nehatin, ku we ew bawer bikira.


Gava Ewî cin derxist, yê lal xeber da. Eʼlalet eʼcêbmayî ma û got: «Li Îsraêlê jî tiştekî aha tʼu car neqewimîye».


Ew jî pêrʼa-pêrʼa li ber çʼeʼvê her kesî rʼabû, berʼa xwe hilda, derkʼet û çû. Hʼemû jî hʼeyîrî man, şikirî dane Xwedê û gotin: «Me tiştekî usa tʼu car nedîtîye!»


Ewî ji wan pirsî û got: «Çi bûye?» Wana lê vegerʼand gotê: «Bona Îsayê Nisretê, ku Ew bi eʼmel û xeberêd Xwe li ber Xwedê û tʼemamîya milet pʼêxemberekî zor bû


Îsa wanrʼa got: «Min ji Bavê gelek kirêd qenc nîşanî we kirin. Hûn bona kʼîjan kirî Min didine ber kevira?»


Heger Ez kirêd Bavê Xwe nakim, Min bawer nekin.


Hingê serekêd kʼahîna şêwirîn ku Lazar jî bikujin,


Û ewê ku Min dibîne, yê ku Ez şandime dibîne.


Îsa jêrʼa got: «Fîlîpo! Haqas wext Ez tʼevî we me û hê tu Min nas nakî? Yê ku Ez dîtime, Bav dîtîye. Tu çawa dibêjî: ‹Bavê nîşanî me ke›?


Lê van hʼemû tişta bona navê Min wê bînine serê we, çimkî Wî nas nakin, Yê ku Ez şandime.


Heger Ez nehatama û Min wanrʼa xeber neda, gunêd wanê tʼunebûna. Lê ew niha nikarin caba gunêd xwe bidin.


Ewê ku dijene Min, ew dijene Bavê Min jî.


Bona guna wê eʼyan ke, çimkî ewana bawerîya xwe Min naynin.


Eva şev hate cem Îsa û jêrʼa got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêrʼa be, tʼu kes nikare bike».


Lê ew şeʼdetîya bona Min ser şeʼdetîya Yûhʼennarʼa ye. Çimkî ew şixulêd ku Bavê spartine Min, wekî Ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yêd ku Ez dikim, şeʼdetîyê bona Min didin, ku Bavê Ez şandime.


Lê çawa ku Min werʼa got, we Ez dîtim jî, lê hûn hê bawer nakin.


Lê ji eʼlaletê geleka bawerîya xwe Wî anî û gotin: «Gava ku Mesîh bê, Ewê ji kirinêd vî zêdetir nîşana bike?»


Hê berêda tʼu cara qet nehatîye bihîstinê, ku yekî çʼeʼvêd merivekî zikmakîyêda kor vekiribin.


Îsa gote wan: «Heger hûn kor bûna, gunêd weyê tʼunebûna. Lê niha hûn ku dibêjin: ‹Em dibînin›, didine kʼifşê ku hûn nava gunêd xweda dimînin.


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


Gelî îsraêlîya, van xebera bibihên! Îsayê Nisretê, merivekî ku ji alîyê Xwedêda kʼifşkirî bû, Xwedê pê Wî nava weda nîşan, kʼeremet û kirêd qewat kirin, çawa ku hûn xwexa jî zanin.


buxdanbêj, nexwedêhʼiz, bêşerm, pozbilind, kʼubar-babax, yê xirabîyê çêdike, ne gurʼa dê-bavada,


nemam, berzeq, xwerʼazî, rʼihʼetîhʼiz, ne ku Xwedêhʼiz.


Bêeʼsilno! Hûn nizanin kʼê vê dinê hʼiz dike, ew neyartîyê li Xwedê dike? Awa kʼî dixwaze bibe yarê dinê, ew xwe dike neyarê Xwedê.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ